07:29 24 Nîsan 2018
    Petrol

    Kurdistanê hûrgiliyên dahatên petrolê eşkere kirin

    © Sputnik / Hasan Jamali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Kurdistanê duh hûrgiliyên derfirotina petrola xam a şeş mehên pêşî yên sala 2017an eşkere kir û diyar kir ku 3 milyar dolar bûn.

    Hikûmetê di dawiya sala 2016an de di çarçoveya projeyeke çaksaziyê de peymaneke ji bo hûrbûna li hesabên sektora petrolê bi şirketa Deloitteê ya amerîkî re îmze kiribû.

    Hikûmetê teksta raporta şirketê weşand û teqez kir ku ji ber pabendiya bi prensîpên şefafiyetê û eşkerekirina operasyonên hilberandina derfirotin, firotin û dahatên li herêmê û herwiha di çarçoveya projeya vekolîneke berifreh a sektora petrol û gazê li Kurdistanê vî tiştî dikin."

    Herwiha hikûmetê destnîşan kir ku "raport hemû agahiyan dihewîne ku daxuyanî û hejmarên lêhûrbûyî yên palîngehên piştî jêderxistina lêçûnan di nav de ye ku ew jî 3 milyar û 28 milyon dolar e. Ev tişt jî bi rêjeya buhayiya 41 dolar û 29 sentan e ku wê çaxê buhayiya bermîla petrola di ser boriyan de dihat firotin wiha bû".

    Herwiha raportê diyar kir ku projeya (lêhûrbûnê) bi biryara Encûma Wezîran a Herêma Kurdistanê ya hejmara 73an ya 3ê Sibata 2016an ket meriyetê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Sehaya Petrolê ya Xurmalê parastî ye'
    Rûdanên Kerkûkê buhayên petrolê zêdekirin
    HSDê li Dêrezorê zeviyê petrolê kontrol kir
    Sûriye: Ji destpêka krîzê vir ve hilberîna petrolê 24 qet kêm bû ye
    HSDê mezintirîn zeviya petrolê li Sûriyê kontrol kiriye
    Etîketan:
    Peter Cook, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de