14:51 22 Gulan 2018
    Zarok

    Zarokê kurd ku DAIŞê ew revandibû zimanê xwe ji bîr kiriye

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Zarokê kurd yê bi navê Eyhem Azad ku DAIŞê ew ji Şingalê revandibû, li gel malbata amerîkî ku ew dabûne wan zimanê xwe yê kurdî ji bîr kir. Zarokê ku ji esaretê hate xelas kirin, bi zarokên din yên li kampê re naaxive.

    Zarokê êzîdî ku ji Şingalê hatibû revandin û ji bo Reqayê hatibû birin û li wê derê jî ew dabûne malbateke DAIŞî ya amerîkî zimanê xwe ji bîr kir. Zarokê bi navê Eyhem Azad ku ji Reqayê hate xelas kirin û ji bo kampa Şarya ya Duhokê hatiye birin, ji bilî Ingilîzî bi zimanekî din naaxive.

    Milîtanên DAIŞê di sala 2014an de dema êrîşî Şingalê kiribûn Eyhem Azad, diya wî û xwîşkên wî revandibûn. Paşê DAIŞê endamên malbatê ji hev veqetandin û her yek ji wan birine dereke din. Eyhem Azad jî dane cem malbateke DAIŞî ya Amerîkayî.

    Malbata DAIŞî ya Amerîkayî jî navê Eyhem Azad wekî Abdulah guherandine û pê gotina "Êzîdî û kurd kafir in, şikir ku xilafeta Îslamê Şingal rizgar kir" dane ji ber kirin. Eyhem Azadê ku piştî xelaskirina wî ew anîne kampa li Duhokê bi zarokên din re naaxive. Lewra ji bilî Ingilîzî zimaneke din nizane û niha ligel apê xwe yê li kampê dimîne.

    Bi heman mijarî:

    Jinên êzîdî li bazarên koleyan yên DAIŞê tên firotin
    HSDê li Dêra Zorê 8 Kurdên Êzîdî rizgar kirin
    Bi tena serê xwe 334 Êzîdî ji destê DAIŞê xelaskirin
    Berdevkê Mîrê Şengalê: Di destê DAIŞê de 3400 keç û jinên êzîdî hene
    Keçeke êzîdî li Mûsilê ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
    DAIŞ 1400 zarokên êzîdî ji bo êrîşên xwekuj perwerde dike
    Etîketan:
    Şingal, êrîş, êzîdî, Eyhem Azad, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de