21:44 25 Gulan 2018
Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

Azad Cebarî: Şandeke MITê ya Tirkiyeyê duhî li Kerkûkê bû

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 01

Berpirsê Lîjneya Karûbarên Ewlehî yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ragihand ku şandeke bi ser saziya MITê ya Tirkiyeyê duhî serdana bajarê Kerkûkê kir û cuda cuda ligel nûnerên tirkmenan û ereban civînek li dar xist.

Bajarê Kerkûkê
© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Azad Cebarî Serokê Lîjneya Karûbarên Ewlehî yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Ew şandeya MITê ya Tirkiyeyê bi rêya hikûmeta Iraqê hatin û di dema serdana Kerkûkê de ji aliyê hêzên Iraqê ve parêzvaniya wê şandeyê hat kirin û li nav Kerkûkê geriyan."

Herwisa Cebarî daxuyand ku ew şandeya MITê ya Tirkiyeyê bi awayekî cuda cuda ligel nunerên aliyên siyasî yên tirkmenan civîneke dirêj li dar xist û piştre ligel nunerên aliyên siyasî yên ereban civîneke kurt li dar xist.

Azad Cebarî li ser rewşa ewlehya Kerkûkê jî got, "Rewşa Kerkûkê heta niha jî hêj aram nebûye û karên revandina welatiyên kurd û pêkhateyên din berdewam dikin. Carinan jî welatî dikevin ber êrîşên çekdarî."

Berpirsê ewlehiyê Cebarî bal kişand ser ku desthilata kurdan ya li Kerkûkê roj bi roj lawaz dibe û berî dû rojan dû endezyarên kurd ji şîrketa nefta bakûr de li Kerkûkê hatin derxistin û du endezyarên tirkmenan li cihê wan hatin bicihkirin.

Etîketan:
MIT, Lîjneya Karûbarên Ewlehî yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Azad Cebarî, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de