02:22 25 Gulan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Tevgera Goran û Yekgirtû li hev kom bûn

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê li Hewlerê çû serdana baregeha sereke ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û civîn li dar xist.

    Li gorî agahiyên Rûdawê sibeha îro şandeke bilind a Tevgera Goranê di bin serokayetiya Sekreterê Giştî yê wê tevgerê Omer Seyid Elî de çû serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û li gel Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behaedîn civiya.

    Piştî civînê hat ragihandin ku Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî hemfikr in ku hilbijartin îsal bi awayekî pak û bêhîle werin lidarxistin û hat gotin ku ewçareserkirina dayîna mûçeyên karmendan wekî erkeke hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dizanin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê duhî biryara vekişîna ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû. Herwisa beriya niha jî Tevgera Goranê û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê biryar dabûn ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişin.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Herêma Kurdistanê li ser şandina mûçeyan daxuyanî da
    Kompaniya petrol û gazê Chevron ji nû ve vegeriya Kurdistanê
    Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya
    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Ji Osman Baydemir re 12 hezar lira cezayê ‘Kurdistanê' birîn
    Etîketan:
    civîn, Yekgirtûya Îslamê ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Omer Seyid Elî, Selahedîn Behadîn, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de