16:33 19 Sibat 2018
Zindî
    Ala Kurdistanê û Iraqê

    Kurd û erebên sunî civîna parlamentoya Iraqê boykot kir

    © Sputnik/ Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Parlementerên kurd û erebên sunî danişîna Parlamantoya Iraqê boykot kir.

    Wiha biryar bû ku îro Parlamantoya lraqa federal a Iraqê di civîna xwe de gengeşê li ser projeya budçeya lraqê ya sala 2018an bike û çendîn projeyasayên din jî bipejirîne, lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya perlemantaran civîn heta roja pêncşemê hat bipaşdexistin.

    Parlamantera kurd Bêrîvan Xeylanî ji lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê bo Sputnîk Kurdistan ragihand ku" heta niha Hikûmeta lraqê daxwazî û mercên Herêma Kurdistanê di proja budçeya giştî de bi cî nekirine. Herweha li gel nûnerên kurdan nûnerên erebên sunî û parêzgeha Besrayê jî daxwazî hene ku Hikûmeta lraqê di projê budçeyê de bi cî nekirine.

    Herwiha diyar kir kuhemû nûnerên kurdan ji hemû lîsteyên partiyên siyasî û nûnerên erebên sunî biryar da ku beşdarî civîna parlamantoyê nebin û heta ku daxwazyên wan di projê budçeyê de neyên bicîkirin beşdariyê di civîna taybet li ser budçeyê de nakin,îca ji ber amadenebûna wan, rêjeya yasayî ya parlamanteran temam nebû û serokatiya parlamantoyê civîn bo sibe bi paş de xisit.

    Li ser bê gelo daxwazên nûnerên erebên sunî û parêzgeha Besrayê çi ne, Bêrvan Xeylanî ragihand ku erebên sunî dixwazan beşeke baştir ji budçeyê bo navçeyên taze ji terorstên DAIŞÊ hatİne rizgarkirin bê texankirin. Herrweha nûnerên parêzgeha Besrayê jî dixwazin ji wê petrola ku ji xaka parêzgehê dihê firotin bo welatiyên parêzgehê bê terxankirin.

    Xeylanî ew yek jî got" civîn di navbera serokatiya parlamantoyê û serokên lîsteyên kurdan, erebên sunî û parêzgeha Besrayê de dê berdewam bin û eger rêketin, dê sibe budçeya lraqê bê pejirandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê di sala 2017an de 689 kesan ji ber bûyerên trafîkê canê xwe wenda kiriye
    ‘Partiyên Kurdistanê divê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin'
    Rêberê Şîeyên Iraqê: Em pêşwaziyê li hemû aliyên Kurdistanê dikin
    Ji Kurdistanê bo Ebadî: Her hefte heman gotinan dubare dike
    Tirkmen û Xristiyan ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaza lîsteyeke hevbeş dikin
    Etîketan:
    Bêrîvan Xeylanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de