11:16 19 Sibat 2018
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Wezîrê Herêma Kurdistanê li ser şandina mûçeyan daxuyanî da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku niha şandeyeke ji Wezareta Tneduristî û Wezareta Perwerdehî ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û got, pêşketinên baş hene û ew çaverê ne ku vê mehê mûçeyên karmendên Wezarat Tenduristiyê werin şandin.

    Bajarê Kerkûkê
    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Rêkewt Hemereşîd îro li Hewlêrê di civîna salane ya çapemeniyê de li ser dayîna mûçeyên karmendan ji aliyê Bexdayê ve bersiva pirsen rojnamegeran da. Rêkewt Hemereşîd di axaftina xwe de got, "Lîjneya payebilind a Wezareta Tenduristiyê û ya Wezareta Perwerdehî ya Herêma Kurdistanê, şêwirmendê darayî yê encûmena wezîran niha li Bexdayê di civînê de ne. Me hemû lîste ûu daxwaziyên xwe şandin. Ji bo vê yekê em hêvî dikin wê ji bo şandina mûçeyan bersivê bidin me."

    Wezîrê Tenduristî yê Herêma Kurdistanê Hemereşîd derbirî ku ew dipên Bexda di nav vê mehê de mûçeyên karmendên wezaretê bişîne û got, "Pêşketinên baş hene. Me wekî aliyê xwe, aliyê encûmena wezîran û cîgirê serokê encûmena wezîran hewl da her tiştî hêsan bike û hemahengi û hevkariyê bikin. Ji ber vê yekê ji bo şandina nûçeyan me hemû zanyariyên pêwîst û ew zanyariyên hikûmeta Iraqê dixwazin me radestî wan kirin."

    Bi heman mijarî:

    'Encumena Parêzgeha Silêmaniyê ji bo mûçeyan naçe Bexdayê'
    Pêşmergeyên Dêrîn ji bo mûçeyan li Silêmaniyê çalakî li dar xist
    Herêma Kurdistanê: Hêzên ewlehiyê de mûçeyan meha Nîsanê bistînin
    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Ebadî ji bo çi biryara şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê da?
    Îdiayên Bexdayê hatin derewandin: Iraq mûçeyên mamsoteyên kurdî yên li Kerkûkê nade
    Etîketan:
    şandin, mûçe, Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê, Rêkewt Hemereşîd, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de