08:55 19 Sibat 2018
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    'Îran dixwaze peywendiyên Hewlêr û Bexdayê asayî bibin'

    © AFP 2018/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax diyar kir ku peywendiyên navbera Tehran û Hewlêrê her çi qas ne bi lez bin jî, dê di nava demê de asayî bibin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê Nazim Debax ragihand ku giştpirsiya serxwebûnê ya par û xwepêşandanên dema dawîn ên li seranserê Îranê tevlîhevî xistiye nav peywendiyênher du aliyan û got, lê daxuyaniyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku di wan daxuyaniyan de gotibû tiliya Kurdan di xwepêşandanan de tûne ye, bi dilê Îranê bûn.

    Nazim Debax li ser girtina deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de anî ziman ku Tirkiyeyê ew pêvajo ji xwe kir firsend û vê yekê jî Îran aciz kiriye. Debax li ser vê yeke got, "Bêguman Tirkiye di mijara girtina deriyên sînor de bi hişyartir û çalaktir nêzîk bû û ev derfet bi kar anî. Îranê jî ev yek dît. Lê Îran hertim weke mijareke giring a ewlehiyê li sînoran dinêre, Tirkiye jî zêdetir bi çavekî bazirganî lê dinêre."

    Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Îranê Debax herwisa bal kişand ser ku Tehran ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de niha di nav hewldanê de ye û got, ji bo vê yekê şertê sereke yê Îranê ew e ku Destûra Iraqê bibe bingeh.

    Nazim Debax destnîşan kir ku Îran dixwaze peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurt bike û got, hiştina nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, hêviyê dide ku peywendî asayî bibin. Debax herwisa derbirî ku Îran di pêvajoya referandûma serbixwe ya Herêma Kurdistanê de bi awayekî tund li dijî wê referandûmê derket.

    Bi heman mijarî:

    Kompaniya petrol û gazê Chevron ji nû ve vegeriya Kurdistanê
    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya
    Ji Osman Baydemir re 12 hezar lira cezayê ‘Kurdistanê' birîn
    ‘Yekgirtûya Îslamî nikare ji Hikûmeta Kurdistanê vekişe’
    Li Kurdistanê Efûya Giştî hat ragihandin
    Etîketan:
    asayîbûn, peywendî, Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Îranê, Nazim Debax, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de