08:54 19 Sibat 2018
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Yekgirtûya Îslamî ji hikûmeta Kurdistanê vekişiya

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku ev du roj in di civînê de bû, biryara vekişandina ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê stand.

    Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê piştî diyarkirina demê bo pêkanîna mercên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û çend civînên bi heman mebestê yên navxweyî û bi hikûmetê re, biryara vekişîna ji hikûmetê da.

    Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Mihemed Behaedîn, bi civîneke rojnamevanî ragihand ku wan biryar daye ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vedikişin.

    YEKGIRTÛ BI LÎSTEYA SERBIXWE DIKEVE HILBIJARTINÊN IRAQÊ

    Sekreterê Yekgirtûyê herwiha eşkere kir ku dê Yekgirtûya Îslamî di hilbijartinên Iraqê de bi lîsteyeke serbixwe beşdariyê bike.

    Bahaedîn got, "Piştî van civînan digel hikumeta herêma Kurdistanê wiha bo me xuya bû ku îradeyek li cem Serokê hikumetê û cîgirê wî heye bo encamdana çaksaziyan, lê di hemberê de hikumet nikare merc û daxwaziyên yekgirtû cîbicî bike ku tev jibona baştirkirina rewşa welatiyên herêma Kurdistanê bûne. Ji ber wê yekê îro 16ê Çile serkirdatiya Yekgirtûyê civînek li ser vê mijarê li dar xist û tê de biryara xwevekişandinê wergirt."

    'YEKGIRTÛYÊ GELEK HEWL DAN, LÊ BI SER NEKET'

    Sekretêrê Giştî yê Yekgirtûyê behsa dîroka xebata partiya xwe û qonaxên siyasî yên derbasbûyî û daxistina Parlamena Kurdistanê û aloziyên siyasî û bargiranbûna hikumeta herêmê kir û got, "Yekgirtû gelek hewl dan proseya siyasî û birêvebirina welat rast bike û rewşa jiyana xelkê herêmê baştir bike, lê mxabin ne Yekgirtû, ne hikumeta herêmê nekarîn wan gavan bavêjin û rewşê li herêmê baş bikin. Di dema du salên derbasbûyî de li herêma Kurdistanê siyaseteke şaş hate peyrewkirin, tenê armanca wê lawazkirina yê hember bû."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê Pentagonê: 'Em fikarên Tirkiyê fêm dikin û bi wan re diaxivin'
    Parlamentoya Iraqê Ala Talebanî û Aras Cengî xelat kir
    Ebadî: Em ê hemû mûçeyên Herêma Kurdistanê bişînin
    Pentagon: Ji bilî HSDê tu hêz ji me perwerdehî û piştgiriyê nastîne
    Erdogan ji bo Efrînê bi sekreterê NATOyê re axivî: Em ê her cure tedbîran bistînin
    Yildirim bi Balyozê rûsî li Enqerayê civiya
    Etîketan:
    Yekgirtû, Hikûmeta Kurdistanê, Kurdisan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de