01:03 23 Çile 2018
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Civîna partiyên kurdan ya li ser Kerkûkê hat taloqkirin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Civîna îro ya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên li Kerkûkê ya derbarê rewşa Kerkûkê de heta 2 rojên din hat paşxistin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê civîna aliyên siyasî yên Kurdistanî yên Kerkûkê dê roja sêşemiyê dê were encamdan.

    Civîna partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dê li ser rewşa Kerkûkê û navçeyên nakokî û beşdarîbûna hêz û aliyên Kurdistanî bi lîsteke hevbeş ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin, hat taloqkirin.

    Endamê berê yê Polîtboruya YNKê û Berpirsê Melbenda Kerkûkê yê wê partiyê, Aso Mamend gotibû, di civînê de dê behsa rewşa Kerkûkê û bijardeyên li pêşiya kurdan li navçeyên arîşedar were kirin û ji wan jî encamdana xwepêşandanan an jî vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê, eger ku rewşa bajêr û navçeyên din ên weke Xurmatûyê weke niha berdewam be.

    Aso Mamend "Divê hemû partiyên Kurdistanî bicivin û biryareke hevbeş bidin, bijarde jî yan encamdana xwepêşandanan an jî vekişîna ji tevahiya proseya siyasî ya Iraqê tevî vekişîna Serokomar in."

    Bi heman mijarî:

    Milîtanên DAIŞê êrişî Kerkûkê kir: Kuştî hene
    Parlamenterên kurd ji Ebadî dixwazin piroseya erebkirina Kerkûkê rawestîne
    Heşda Şeibî: Me li nêzikî Kerkûkê 56 endamên DAIŞê desteser kirin
    Mesrûr Barzanî: Radestkirina Kerkûkê xiyaneta herî mezin a dîrokê bû
    Partiyên kurdî yên li Kerkûkê hewla yekîtiyê dikin
    Etîketan:
    civîn, Endamê berê yê Polîtboruya YNKê û Berpirsê Melbenda Kerkûkê, Aso Mihemed, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de