11:07 22 Gulan 2018
    Parlamentoya Iraqê

    Partiyeke Kurdistanê beşdarî hilbijartinên Iraqê nabe

    © Sputnik / Osman Baqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê biryar da ku beşdarî hilbijartinên dahatû yên Iraqê nebe û ragihand ku ew bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinan nabe.

    Tevgera Îslamî ya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de anî ziman ku ew dê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên li Iraqê nebin.

    Tevgera Îslamî di daxuyaniya xwe de got, "Me di destpêkê de ji hêzên siyasî yên Kurdistanê xwestiye ku desthilata şikestxwarî ya Kurdistanê an bidin aliyekî an jî rast bikin. Pêwîste partiyên opozîsyonê û yên li derveyî desthilatê hevpeymaniyeke hevbeş pêk bînin, daku ev sîtem û gendeliya 25 sal in tê meşandin, têk biçe. Lê ji bo rûbirûbûna wan gefên ku li ser detkeftên Kurdan û qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê bûne metirsî, pêwîste hemû alî hev bigrin û plan û gefên li dijî Kurdistanê bişkînin."

    Di daxuyaniya Tevgera Îslamî de hat destnîşankirin ku di çend rojên raborî de wan hemû pêşniyarên aliyan ên ji bo pêkanîna hevpeymaniyê red kiriye.

    Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Iraqê, ku tê payîn di roja 12ê Gulana 2018an de werin lidarxistin, hatibû pêşniyarkirin ku hemû aliyên Kurdistanî bi lîsteyeke hevbeş beşdar bibin. Lê ev pêşniyar nehate cîbicîkirin

    Bi heman mijarî:

    'Balafirgehên Herêma Kurdistanê dê bên vekirin'
    Iraq: Civîna li gel şandeya Kurdistanê berhemdar bû
    "Serxwebûna Kurdistanê bi projeya Amerîkayê ya Rojava ve girêdayî ye"
    Li Herêma Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye
    Etîketan:
    hilbijartinên Iraqê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de