18:52 26 Gulan 2018
Partidarios del referéndum en el Kurdistán iraquí

"Serxwebûna Kurdistanê bi projeya Amerîkayê ya Rojava ve girêdayî ye"

© REUTERS / Ako Rasheed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Nivîskar û analîstê kurd Zeyd Sifûk bi rojnamyea El Mexribê ya erebî re li ser rewşa Herêma Kurdistanê axivî û diyar kir ku "êdî serxwebûna Herêma Kurdistanê bi projeyên Amerîka û Brîtanyayê ve girêdayî ye" û dibêje, "divê kurd li bendî çareseriya pirsa Sûriyeyê bin, ji ber ew tekane rê ye".

Sifûk derbarê qeyrana navbera Hewlêr û Bexdayê de dibêje, "pevçûneke kûr heye û mesele gelekî aloz e, ji ber herdû alî jî ne xwediyên biryara xwe ne û wiha pê de çû: Ti biryara hikûmeta navendî ji bo çareseriyê tine ji ber hemû biryarên wê di bingehê xwe de mezhebî ne. Hewlêr jî di nav nakokiyên partiyên siyasÎ de perçe bûye û ew bixwe jî nikare bi tena serê xwe biryara serxwebûnê bide, ji ber him (hêzên) hundir û him jî yên derve dijî biryara serok Mesûd Barzanî ne ku berê xwe dabû projeyeke neteweyî kurdî."

"KURDISTAN NEÇAR E, ŞERTAN QEBÛL BIKE"

Analîstê kurd di berdewamiya axiftina xwe de bal dikişîne ser rewşa erdnîgarî ya Kurdistanê û wiha gotiye: "Herêma Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve dorpêçkirî ye û ti rêya wê ya derketinê tine ku pişta xwe pê girêde. Lewra neçar dimîne ku wan şertan qebûl bike ku jê dixwazin di Iraqeke yekgirtî de bimîne û siyaseta hikûmeta navendî tehemul bike."

"BERJEWNDIYÊN AMERîKA JI KURDISTANÊ BER BI ROJAVA VE DIÇIN"

Li serçareseriya pirsa kurdî jî, Sifûk diyar dike ku çareseriya pirsa kurdî bi projeya Amerîka û Brîtanyayê ve girêdayî ye û ji bo dewleta kurdî çêbibe, divê kurd li bendî çareseriya Sûriyeyê bin, ji ber ew dê tekane rê be ku Hewlêr bikare pişta xwe pê ve girêde û wiha dibêje: "Berjewndiyên Amerîkayê ji herêmê(ya Kurdistanê) dest pê dike û diçe ber bi herêmên kurdî yên li Sûriyeyê(Rojava) ve û ji wir jî ber bi deryayê ve."

"PÊŞXABÛR WERE QEBÛLKIRIN, BARZANÎ DIKARE MERCÊN XWE LI SER AMERÎKAYÊ FERZ BIKE"

Sifûk dibêje, eger deriyê Pêşxabûr ê sînorî ji aliyê fermî ve were qebûlkirin, Amerîka dê serxwebûnê qebûl bike, ji ber eger qebûl neke, dê berewendiyên wê yên li Herêma Kurdistanê û Rojava têk biçin.

 

Bi heman mijarî:

Kosret Resûl şemiyê vedigere Herêma Kurdistanê
Waîzê îranî ji bo Herêma Kurdistanê got: Me nehîşt Îsraîla duyem were avakirin
Iraqê parêzgehbûna Helebceyê qebûl kir, lê budçe li ser Kurdistanê hesab kir
Wezaretê eşkere kir: Çiqas petrola Kurdistanê hatiye hinardekirin?
'Bila hêzên navdewletî li ser hisabê Kurdistanê piştgiriyê nedin Iraqê'
‘Divê hemû partiyên Kurdistanê ji nû ve navê xwe tomar bikin’
Bangewazên êrîş û talana xwepêşandanên Kurdistanê hatin girtin
Etîketan:
serxwebûna Kurdistanê, Zeyd Sifûl, Mesûd Barzanî, Brîtanya, Amerîka, Rojava, Sûriye, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de