19:09 22 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    'Hindik ma Iraq û Kurdistan bigihêjin rêkeftinekê'

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Qanûnî yê Serokatiya Parlamantoya Kurdistanê Lawend Celal Axa got, "hikûmeta federal a Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Hewlêrê li ser rêya rast e û destnîşan kir ku hindik maye ku Herêma Kurdistanê bigihêje rêkeftinekê ji bo birêvebirina deriyên sînorî.

    Li gorî kanal Elerebiye Hedesê, Celal Axayî îro gotiye ku armanca serdana şandeya kurdî ya Wezîrê Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî serokatiya wê dike ew e ku kêşeyên deriyên sînorî, gumrik û balafirgehan çareser bikin.

    Herwiha rayedarê kurd destnîşan kir ku hinek dewletên ewropî jî navbeynkariyê dikin û got ku çareserkirina kêşeya balafirgehan dê nîşana destpêkê ya çareserkirina kêşeyan be.

    Vê sibehê ofîsa Wezîrê hundir yê Iraqê ragihandibû ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê dê li gel Wezîrê Navxwe yê Iraqê û çend wezîr û rayedarên din ên hikûmeta Iraqê bicive.

    Bi heman mijarî:

    ‘Baweriya Iraqê bi federalîzmê tineye'
    Li Kerkûkê du kurd bi tohmeta 'hevalbendiya Iraqê' hatin kuştin
    Iraqê ji bo balafirgehên Kurdistanê biryareke nû da: Qedexe 2 mehan hat dirêjkirin
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Bila Heşda Şeibî were belavkirin
    Kurd bi 22 partiyên siyasî beşdarê hilbijartinên giştî yên Iraqê dibin
    Etîketan:
    Kerîm Sincarî, Lawend Celal Axa, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de