Efrasiyaw Kamîl got, "Milîtanên DAIŞê di vê êrişê de 3 kes kuştine ku her sê kes ji malbatekê ne. Li gorî zanyariyan, di êrişê de jinek û du kurên wê ji aliyê milîtanên DAIŞê ve hatine kuştin."
Sedema êrişa DAIŞê û kuştina wan her sê kesên ji malbatekê nehatiye zanîn. Milîtanên DAIŞê piştî êrişê, ji gund derketine û reviyane.
Bajarokê Ebasî ser bi navçeya Hewîce ya Kerkûkê ve ye û dikeve başûrê Kerkûkê. Di dema êrişên DAIŞê yên sala 2014an de, bajarokê Ebasî kete bin kontrola wê rêxistinê heta ku di 29ê Îlona 2017an de di operasyonekê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)