10:52 18 Çile 2018
Zindî
    Papa Françis Vatîkan

    Papayê Vatîkanê spasiya Kurdistanê kir

    © AFP 2018/ ANDREAS SOLARO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Papayê Vatîkanê Francis, di civîna digel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir.

    Papa û Nêçîrvan Barzanî
    © Sputnik/ Abdulhakim Günaydın
    Li gor daxuyaniya nivîskî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku piştî hevdîtina şandeya Kurdistanê ya digel Papa Francis weşandiye, Papa bi sedema ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan, bi taybetî koçber û penaberên mesîhî ku ji ber şerê dijî terorîstan û bûyerên paştir ber bi Herêma Kurdistanê hatine û ew hewandine, spasî li Herêma Kurdistanê kir.

    Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê li Vatîkanê, ji aliyê Papa Francis ve hatibû pêşwazîkirin.

    PAPA: EZ Ê JI BO WE DUA BIKIM

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pope Francîs hêvî xwest ku ew pêkvejiyan, aşitî û biratiya li Herêma Kudistanê heye her tim berdewam be, hemû pirsgirêk û arîşe bi rêya diyalog, aşitî û lihevtêgihiştinê bên çareserkirin, ji xelkê deverê, xelkê Kurdistanê û hemû pêkhateyan re aramî û aşitî xwest û got: Ez dê dua ji we re bikim ku serkeftî bin û biratî û pêkvajiyana we berdewam be."

    Serokwezîr Barzanî ji Papayê Vatîkanê re behsa rewşa herêmî, pêşhateyên siyasî û aborî li Herêma Kurdistanê û hin bûyerên din ên weke; serkeftina bi ser DAÎŞê de, pirsgirêkên bi Bexdayê re û heta digihe bûyerên vê dawiyê ku ji ber wan bûyeran hijmareke ji xelkê ku, bo deverên xwe, bo ser mal û milkê xwe vegeriya bûn, careke din ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûn, kir.

    'PAPA DIKARE ROLEKE BIBANDOR BILÎZE'

    Di daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku Serokwezîr hêvî xwestiye ku Papayê Vatîkanê di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Brxdayê de rola xwe ya bi bandor bilîze.

    Barzanî diyar kir, tevî rewşa dijwar a Herêma Kurdistanê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê dilê xwe ji bo pêşwazîkirina koçberan vekiriye û bi cidî lê xebitiye ku xwişk û birayên kirîstiyan ji bo deverên xwe vegerin û digel dêreyên li Herêma Kurdistanê hewil daye civaka mesîhî ber bi derveyî welêt neçin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser parastina biratî, pêkvejiyana pêkhateyan ku, beşeke giring e ji kultura Herêma Kurdistanê, berdewam dibe.

    Herwiha hat gotin, Pietro Parolin spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û alîkariya kober û penaberan, bi taybetî yên kirisityan dikin, û hêvîx west ku hemû pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û lihevtêgihştinê çareser bibin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Birêz Serok gelo tu nijadperest î?’
    Dozgeriyê bersiv da Mehmet û Fatma Ocalan
    Trump biryar da ku peymana nukleerî ya bi Îranê re bê dirêjkirin
    Çavuşoglu bersiv da hişyariya Amerîkayê ya ji bo serdana Tirkiyê
    ‘Mixalefeta Sûriyê ji bo Soçiyê nehatiye vexwendin’
    HDPê li ber girtîgehê cilên yekreng protesto kir
    Etîketan:
    Kurdistan, Vatikan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de