00:47 18 Çile 2018
Zindî
    Zimin Ako Celal

    Tevgera Goran: Dergehê hevpeymaniya me bo hemû partiyên kurdî vekiriye

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Her 3 partiyên siyasî yên kurdî, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Demokrasî û Dadwerî ya bi serokatiya Berhem Salih li hev kirin û hevpeymaneke bi navê Hevpeymaniya Niştîmanî, ji bo beşdarbûna hilbijartinên giştî yên lraqê pêkanîn.

    Derbarê armanca hevpeymaniyê de Zimin Ako Celal yê berpirsê Odeya Hilbjartinan ya Tevgera Goranê ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku: "Armanca serekî ji pêkanîna vê hevpeymaniyê xizmeta welatiyên kurd e. Ji bo dengê kurdan, bi taybetî jî yên navçeyên veqetandî yên wekî Erbandî û deverên di ber madeya 140. de ku ji Musil, Kerkûk, Selahedin û Diyala pêktên bihêztir bibin. Lewra li vandeveran yekrêziya kurdan û bihêzbûna wan giringe. Heke yekrêzî nebe zehmete, karîgeriyeke baş li ser rewşa van navçeyan bikin, bi taybetî jî piştî bûyerên 16ê Cotmehê.

    'DERIYÊ TEVGERA GORANÊ VEKIRIYE'

    Zimin Ako Celal destnîşan kir: "Bi rastî dergehê Tevgera Goranê her tim bo lihevkirinê ligel partîyên siyasî yên din ê kurd û berfirehkirina hevpeymaniyê vekiriye. Ji ber ku qonaxa ku kurd îro tê de derbas dibin de, ji her demê bêtir pêwistî bi yekdengî û yekhelwestî heye.

    Berpirsê Odeya Hilbjartinên Goranê diyar kir ku:Hê jî li Herêma Kurdistanê ew hevpeymanî çênebuye, lê eger pêwîst bike Goran amadeye. Ji bo her buyerekê gotinek heye, lê hê jî Goranê çi biryarên weha nedane.

    Bi heman mijarî:

    Goran, Komel û Hevpeymana Dadwerî: Berpirsên Iraqê soz dan me
    YNK: Çûna heyeta Goran, Komela û Berham Salih bo Bexdayê erênî ye
    Ji Goran û Komela Îslamî daxuyaniya piştgiriya xwepêşanderan
    Goran û Komeleyê piştgiriya da xwenîşandanan
    Wezîrê ku dev ji Tevgera Goran berda bû li hikûmetê Herêma Kurdistanê vegeriya
    Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tevgera Goran li hev nekirin
    Etîketan:
    demokrasî, hevpeyman, Zimin Ako Celal, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de