16:19 26 Nîsan 2018
    Mihemed Osman

    Parlamenterên kurd ji Ebadî dixwazin piroseya erebkirina Kerkûkê rawestîne

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Du parlamenterên YNKyê ku di parlamentoya Iraqê de cî digrin, yên bi navê Mihemed Osman û Rêbwar Taha, nameyek ji bo ku rê li ber proseya erbekirina Kerkûkê bigre ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şandin.

    Sputnîk Kurdistan bi Mihemed Osman re derbarê mijarê de axivî û Osman û ragihand ku: "Belê wekî nûnerên parêzgeha Kerkûkê min û Rêbwar Taha bi hevre nameyek ji bo Ebadî şandiye û me tê de gotiye divê proseya erebkirinê ya Kerkûkê û navçeyên ku piştî 16ê Cotmehê destpêkiriye were sekinandin.

    Parlamenter Mihemed Osman wêneyek jî ji nameya xwe ji bo Spûtnîk Kurdistan şand û got: "Nameya me ji pênç xalan pêkhatiye û tê de em ji Serokwezîr Ebadî dixazîn ku demildest rê li ber piroseya erebkirina li parêzgeha Kerkûkê bigre û herwiha wê yekê asteng bike ku welatiyên ereb yên ku dest danîne ser mal û milkên kurdan bide sekinandin. Bi taybet jî yên li nahiya Sergeran, Leylan, Dibs û Daquq.

    Nameya perlemantaren kurd ku ji Ebadî re şand
    © Sputnik /
    Nameya perlemantaren kurd ku ji Ebadî re şand

    Parlamentera di nameya xwe de destnîşan kirina ku: Divê rê li ber wê yekê were girtin ku dabeşkirina erd û zeviyên dewletê ya bi ser berpirs û welatiyên ereb. Herwiha divê rê li ber wê yekê were girtin ku avakirina xaniyan ya bê yasa rêsayên şaredarîyên yên li tevahiya Kerkûkê.

    Osman weha pê de çû: " Di xaleke din de me xwestiye ku Ebadî rê li ber proseya ji kar dûrxistina berpirs û rêvebirên kurd bigre ku li tevaya parêzgehê ji post û pîleyên wan tên dûrxistin û kesên ereb û tirkman li cihê wan têne destnîşan kirin.

    Derbarê girtin û binçavkirina welatiyên kurd ya ji aliyê hêzên lraqî ve jî di xaleke din de me ew daxwazî kiriye ku, divê hemû welatiyên kurd bên azadkirin û rê li hember girtina wan bê girtin. Ji ber ku eger ew prose berdewam bike wê Kerkûk û navçe ji kurdan vala bibe.

    Li dawiyê parlamenterê Kerkûkê got: "Me ji serok wezîr xwestiye ku xal û bendên destûra bingehîn ya lraqê bên cîbicî kirin. Bi taybetî ew ên bahsa çawaniya birêvebirina Kerkûk û navçeyên maddeya 140 a Destûra lraqê dikin ku bi navçeyên nakokî li ser tên naskirin. Em li benda serok wezîrîn ji bo ku bersiva nameya me bide û hin gavên pêwîst li hember rewşa Kerkûkê biavêje.

    Bi heman mijarî:

    Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    Etîketan:
    serokwezîr, parlamenter, girtin, Mihemed Osman, Herêma Kurdistane
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de