10:25 24 Çile 2018
Zindî
    Xurmatû

    Şêx Cafer: Li herêmên dagirkirî yên Kurdistanê rewş pir xirab e

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 0 0

    Fermandarê Yekîneya 70an a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa rewşa dawî ya Kerkûk, Xurmatû, Daqûq û herêmên din ji ajansa Sputnik Kurdistanê re vegot û got ku "rewşa hemwelatiyan pir xirab e."

    Fermandarê Yekîneya 70 a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Şêx Cafer Mistefa ji bo rewşa herêma ku piştî 16ê Cotmehê kete destê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî got: "Li navçeyên Kurdistanê yên Xurmatû, Kerkûk, Xaneqîn û heta Sîncarê ku ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ve hatibû dagirkirin rewşa hemwelatiyan pir xirab e, li herêmê kurd nemane, malên wan hatine talankirin û şewitandin."

    ‘DAGİRKERÊN IRAQÎ Jİ ENFALÊ ZÊDETİR ANÎN SERÊ KURDAN'

    Şêx Cafer Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Halê hemwelatiyên wan deveran gelekî ne xweş e. Heta mirov dikare bibêje li wan deveran kurd her nemane. Xanî, avahî û malên kurdan ên li wan deran hatine talankirin, ên mayî jî şewitandine. Li van deran karbidest, serbaz û dagirkerên niha ji Enfalê zêdetir anîne serê kurdan."

    Mistefa di dirêjiya axaftina xwe de got: "Zexteke navneteweyî heye ku digel Iraqê rûniştin çêbibin û lihevkirinek were meydanê. Aliyên navneteweyî dixwazin lihevkirin çêbibe û xelk vegerin cihê xwe, lê hetanî niha Iraqê tu gav di vê mijarê de neavêtiye. Em jî çavnêrî dikin ka dê gavên Iraqê çawa bin, eger na ew muameleya Bexdayê ne qabilê qebûlê ye."

    ‘SERKIRDAYETIYA SIYASÎ Û HIKÛMETA KURDISTANÊ VÊ QEBÛL NAKE'

    Fermandarê Pêşmerge Şêx Cafer di dawiya axaftina xwe de got: "Serkirdayetiya siyasî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tu awayî vê yekê qebûl nake. Welatiyên Xurmatû, Daqûq û Kerkûkê hatine sînorê Herêma Kurdistanê. Li sertaserê Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Halê wan niha gelekî xerab e û ew jî çavnêrî dikin ku hem Neteweyên Yekbûyî hem jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çareseriyekê ji halê wan re bibînin."

    Herwiha Parlamentoya Iraqê, piştî zextên partiyên kurd ji bo lêkolîna herêmên navborî biryar da ku komîsyonek were avakirin. Dîrektorê Lêkolîna Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê Lynn Maalouf jî duhî di daxuyaniya xwe de avabûna komîsyona lêkolîner gaveke erênî nirxandibû û gotibû: "Divê ev lekolîn bêyî ku ti kes were mexdurkirin bi awayekî zelal û edîlane were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Şêx Cafer: Bafil xayîn e, Îran û Tirkiyê rê ji Iraqê re vekir
    ‘Aqûbeta Fermandarê Hêza 70 Şêx Cafer nediyar e’
    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike
    Cafer Şêx Mistefa: "Em nahêlin Artêşa Iraqe di ser axa me re derbas bibe"
    Etîketan:
    Fermandarê Pêşmerge, Şêx Cafer Mistefa, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de