10:14 23 Nîsan 2018
    Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bi konsulê Îranê re civiya.

    Hikûmeta Kurdistanê bi fermî nerazîbûna xwe ji bo Îranê ragihand

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Di daxuyanyekê de ku wêneyekî wê bo Ajansa Sputnik Kurdistanê hat şandin, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî nerazîbûn û dilgiraniya xwe li hemberî daxuyanyên hin berpirsên Îranê sebaret xwenîşandanên wî welatî ku ji Hewlêrê tên birêvebirin gihandiye komara lslamî ya Îranê.

    Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku îro roja yekşemê Felah Mistefa berpirsê peywendyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Syamek Burhanî cîgirê konsulê komara lslamî ya Îranê li Hewlêrê civnek li dar xistiye û tê da Mistefa bi fermî nerazîbûn û dilgiraniya hikûmeta herêmê bi berpirsê lranê re ragihandiye li hember daxuyaniya Axayê Muhsin Rezayî sekreterê giştî yê civata destnîşankirina berjewendyên Îranê ku gotibû" planên xwenîşandanên welatê wî li Hewlêrê hatine darêjtin û tên birêvebirin.

    Ji aliyê din ve, daxuyanî dibêje ku berpirsê peywendiyên dereve yên hikûmeta Herêmê bi berpirsên Îranê re gotiye" daxuyanyên sekreterê giştî yê destnîşankirina berjewendyên lranê berovajî binemayên yasayên nêvdewletî ne bo avakirina peywendiyên herdu aliyan, ji ber ku gotinên wî tenê tohmetên bê binema ne û ji rastiyê dûr in û ev ne cara yekem e ku ev core tohmet ji aliyê berpirsên bilind ên Îranê tên dayîn û em daxwazên eger Axayê Rezayî belge di dest de hebin li ser vê mijarê bila nîşan bide û belav bike".

    Mistefa tekez li ser wê yekê kir ku ev daxuyaniya em bi helwesteke neguncayî dibînîn û dijî peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya lranê ne, ji ber ku em her tim peywendîyeke dostaniyê dixwazin.

    Ji aliyê xwe cîgirê konuslê Îranê gotiye" ew ê vê dilgiranî û nerazîbûna hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîne berpirsên bilind ên welatê xwe û tekez kirye ku li hev têgehştineke baş di nêvbera herdû aliyan de heye û peywendiyên di nêvbera herêm û lranê de wê berdewam bin û berfrehtir bibin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Goran giliyê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dike
    ‘Mehmûd Ehmedînecad ji bo gelê Îranê gur dikir hat girtin'
    Di navbera hêzên ewlehî û milîtanan de şer: 9 kuştî û 18 birîndar
    Li îstasyona metro ya Stokholmê teqîn: mirî hene
    Etîketan:
    felah Mistefa, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de