04:46 26 Nîsan 2018
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    "Barzanî teslîm nebûye lê li bendî reqîbên xwe yên kurd e"

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Nivîskarê ereb Farûq Yûsifî di malpera Middle East Onlineê nivîsek nivîsî û tê de got ku" Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî teslîm nebûye lê li bendî wê ye bê gelo reqîbên wî yên kurd dê çi bikin."

    Yûsifî de nivîsa xwe bi sernavê "Siberoja kurdan ne li Bexdayê" nivîsî û diyar kir ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî êdî ne li ber çavan e jî lê her bandora wî heye.

    "BAWER NAKIM, BARZANÎ TÊKÇÛN QEBÛL KIRIBE"

    Derbarê mijarê de Yusif di nivîsa xwe de wiha dibêje: "Tiştê balkêş ku Mesûd Barzaniyê ku daxwaza cihêbûnê(serxwebûnê) kiribû xwe daye aliyekî wek ku têkçûna xwe qebûl kiriye lê ev tişt biguman e, ji ber ev zilam xwedan têkoşîneke neteweyî û têkiliyên navdewletî ye ku dikare bi wan gelek manewreyan bike û bi wan serhişkiya hikûmeta Bexdayê bişkîne ku dizane bê çiqasî jihevketî ye.

    "BARZANÎ DINERE BÊ KA REQÎBÊN WÎ DÊ ÇI BIKIN"

    Nivîskar dibêje: Di nerîna min de, Barzanî bi temamî teslîm nebûye lê mêrikî biryar daye ku xwe bide alî û binere bê gelo reqîbên wî yên kurd dê li ser asta çareserkirina kêşeyan li gel Bexdayê di warê aborî de çi bikin."

    "ZEHMET E KU BARZANÎ Û EŞÎRA WÎ LI DERVE MESELEYA KURDÎ BIMîNIN"
    Herwiha nivîskarê ereb diyar dike ku "hikûmeta şîî ya li Bexdayê dixwaze ji Barzanî xelas bibe û herwiha gotûbêjkerên kurd (ên ku li gel Bexdayê dicivin) dixwazin destana malbata Barzanî ya bi çarenûsa kurdan ve hatiye girêdan bi dawî bikin lê herdû jî di heman demê de dizanin ku dîrok heye û gava mesele dibe pirsa kurdî, zehmet e ku mirov ji Barzanî û eşîra wî li derve bihêle".

    "AMERÎKA PIŞTGIRIYA BERHEM SALIHÎ DIKE"

    Li ser Berhem Salihê ku pêşengiya Hevpeymaniya Dadwerî û Demokratîk a nûdamezirandî jî, Yûsif îdîa dike ku Amerîka piştgiriya wî dike û wiha dibêje: "Gelo divê em bawer bikin ku Berhem Salihê dixwaze bibe Serokkomarê Iraqê ne cidaxwaz bû? Ez baş dizanim ku ew mêrikê ku li Amerîkayê hîn bûye bê çawa têlikî bi rê ve diçin û Amerîka piştgiriya wî dike, dê wek ku Mesûd(Barzanî) miribe gotûbêjan neke."

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em rêzê li biryara dadgeha federal digirin
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Barzanî û Cîgirê Serokomar hevdîtinek pêk anîn
    Barzanî: Iraqê hîn jî dest ji rêbazên leşkerî bernedaye
    Piştî Barzanî Heyder Ebadî jî serdana Fransayê kir
    Barzanî û Serokwezîra Brîtanyayê derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de axivîn
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Bexda, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de