10:16 23 Nîsan 2018
    Parlementera Kurdistanê Bêgerd Talabanî

    Di demeke nêz de şandeyeke Kurdistanê serdana Bexdayê dike

    © Sputnik / osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Di van rojan de çend şandên kurdî ji herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiriye ji bo ku wan pirsgrêkên ku heta niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de helawîstî û bêçareserî mane çareser bikin.

    Li gel vê yekê roj bo roj fişara navdewletî jî li ser Hewlêr û Bexdayê zêdetir dibe ji bo ku bi zûtrîn dem dest bi danûstananên çareseriya pirsgrêkan bikin.

    "TENÊ PARELEMENTO Û HIKÛMET NÛNERIYA GEL DIKIN"

    Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Sekretera Parlemantoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî derbarê vê mijarê de ji Sputnik Kurdistan re ragihand ku " karekê asayî ye her partiyeke siyasî peywendî bi aliyên siyasî û hikûmeta Bexdayê re hebin, lê nabe ew partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê bi navê gelê Kurdistanê û hikûmet û parlemantoyê biaxivin ji ber ku tenê parlemanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûnerîtiya gelê Kurdistanê dikin. herweha pêwîst e, parleman û hikûmeta herêmê kanala pêwendiyan li gel lraqê vekin û hewla çareseriya pirsgrêkan bidin.

    "DIBE NAV VÊ HEFTEYÊ BÊN EŞKEREKIRIN"

    Bêgerd Talebanî got" bo demekye amadekarî dihên kirin ku şandeka Parrlemantoya Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ew şande ji tev pêkhateyên neteweyî û olî ji herêma kurdistanê pêk dihê û çêdibe divê heftya de şand bê destnîşankirin û navên endamên wê bên eşkerekirin ji bo ku serdana Bexdayê bike.

    JI BO SERDANA ŞANDEYEKE PARELEMENTOYA KURDISTANÊ BO BEXDAYÊ
    Bêgerd Talebaniyê xuya kir ku" şanda parlemantoyê wê nûnerîtiya tevahiya pêkhateyên gelê Herêma Kurdistanê bike û li gel serokatiya parlemantoya lraqê û serokatya wezîran û aliyên peywendar gotûbêjan bike ji bo arîşeyên dinêvbera Herêm û lraqê de çareser bikin.

    "HÎN KES JI BO SEROKATIYÊ NEHATIYE DIYARKIRIN"

    Li ser pirsyara bê piştî ku Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Yûsif Muemed dest ji karî berda, gelo dê kî bibe serokê parlementoyê, Sekretera Parlemana Kurdistanê got" biryar e, di roja 10 vê mehê de yekem civîna Parlemantoya Kurdistanê bê lidarxistin û parlemanto dest bi karê xwe yê asayî bike.

    Talebaniyê axiftina xwe wiha dewam kir: Mijara serokê nû yê parlemantoyê jî, hîn ev mijar bi tememî nehatiye gengeşekirin û biryar li ser nehatiye dan ji ber ku pêwîst dike PDK û YNK li gel partiyên din li parlemantoyê vê mijarê gotûbêj bikin û li ser dagirtirina posta Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê rêkeftinê bikin, ji ber wê yekê niha nikarim bibêjim wê kîjan partî û kî posta serokatiya Parlemantoya Kurdistanê werbigire.

    Bi heman mijarî:

    Penaberên mûsilî dîsa vedigerin Kurdistanê
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya reforman qebûl kir
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Erdogan di peyama sersalê de got: Me hewla serxwebûna Kurdistanê vala derxist
    Yekîtiya Zelamên Kurdistanê: Tundkariya li dijî zelaman zêde bûye
    Ji Bexdayê daxuyaniya teslîmkirina deriyên sînor û balafirxaneyên Kurdistanê
    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da
    Etîketan:
    YNK, PDK, Bêgerd Talebanî, Bexda, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de