06:01 20 Nîsan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Deriyê serkeftina me yekgirtina hemû hêzên Kurdistanî ye

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hin îdîayên berpirsên Îranê yên derbarê Hewlêrê de ragihand ku, Komara Îslamî ya Îranê cîranekî baş ê Herêma Kurdistanê ye û li hember ewlekariya cîranê xwe jî nabe gef.Herwiha Barzanî diyar kir ku deriyê serkeftina wan, di yekgirtina hemû hêzên Kurdistanî de ye.

    Îro şandeke PDKê ya di jêr serokatiya Nêçîrvan Barzanî de li bajarê Silêmaniyê li gel Polîtbûroya YNKê civînek pêk anî. Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar di civîneke hevpar de derbarê naveroka civînê daxuyanî dane çapemeniyê.

    MELE BEXTIYAR: PÊWIST NEDIKIR BEXDA WISA BI SER ME DE WERE

    Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar da zanîn, ku piştî krîza 16ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de weke PDKê û YNKê wan pêwîst dîtiye civîneke wiha di asta bilind de pêk bînin. Mele Bextiyar balkêşand ser helwesta hikûmeta Bexdayê ya piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an û got: "Pêwîst nedikir bi wê xirûr û hêza leşkerî werin ser Kurdistanê. Ji ber çi wiha kirin? Ji ber wê ku me referandûm kir? Me tu dijminekî şîeîû sunniyan ne aniye ser vî welatî. Li jêr ve me ne li dijî vê hikûmetê ti planek jî nekiriye. Pêwîst nedikir ji ber mafekî demokratîk bi wê hêza leşkerî û bi tevê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê werin ser Kerkûkê."

    NÊÇÎRVAN BARZANÎ: DERİYÊ SERKEFTINA ME YEKGIRTINA HEMÛ HÊZÊN KURDISTANÊ YE

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî balkêşand ser giringiya vê civînê û got: "Me nêrîna xwe ya li ser danûstandinên li gel Bexdayê guftugo kir. Em gihiştine wê biryarê ku civînên me berdewam bibin. Em gihitşine wê nêrînê ku deriyê serkeftina me yekgirtina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye. Hêviya me ew e, ku bi yekgirtî em bikarin bi hevre vê qonaxa zehmet derbas bikin.

    'ÎDÎAYÊN KU ME DESTWERDANA XWEPÊŞANDANÊN ÎRANÊ KIRIYE KOMEDIYE'

    Barzanî derbarê xwepêşandanên Îranê de jî weha axvî: "Îdîayên derbarê destwerdana nav xwepêşandanên Îranê komedî ne. Destê Herêma Kurdistanê di nava pirsgirêkên Îranê de nîne. Îran cîranekî me yê giring e. Weke Herêma Kurdistanê herdem me xwestiye peywendiyên me yên li gel Îranê baş bin. Ev siyaseta me dê berdewam jî bibe. Em bi tu awayî nabine navgîneke têkbirina ewlekariya Îranê. Berovajî, tişta ku li Îranê çêdibe meseleyekî navxwe yê Îranê ye, ti peywendiya wê bi me ve nîne û em dixwazin zû çareserî jê re peyda bibe."

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê hefteya pêş dê were destnîşan kirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demîrtaş li gel Nêçirvan Barzanî civiya
    Nêçirvan Barzanî li gel dîplomatên îranî civiya
    Nêçirvan Barzanî jî bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin
    PDK: Heta Ebadî neyê, em ê beşdarî civînan nebin
    PDK, YNK û Yekgirtû ji bo diyarkirina namzedê nû yê parlamentoyê kom dibin
    PDK: Em bangawaziya Malikî erênî dibînin
    Etîketan:
    kurdistanî, yekgirtin, serkeftin, Mele Bextiyar, Nêçîrvan Barzanî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de