10:26 24 Çile 2018
Zindî
    Qubat Talbanî

    Tevgera Goran giliyê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dike

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Tevgera Goran ê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed, giliyê Qubat Talabanî kir. Xalib Mihemed di gazinnameya xwe de îdia kir ku Talebanî di du xalan de yasayan îxlal kiriye.

    Qubad Talebanî
    © AP Photo/ TGMWI Kurdistan Regional Government
    Gor nûçeya rûdawê, Endamê fraksiyona Tevgera Goran ê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed aniye ziman ku wê giliyê talabanî bike. Xalib Mihemed îdia dike ku Qûbat Telabanî du yasayan ihlal kiriye. Xalib Mihemed di axaftina xwe de aniye ziman ku “Li gorî yasaya sêyemîn ya sala 2009ê ya Encûmena Parêzgehan û li gorî yasaya yekemîn a sala 2015ê ya Parlamentoya Kurdistanê, jikardûrxistina qaymeqam û rêvebirên bajarokan, divê bi dengên endamên encûmenên parêzgehan bibe. Ji ber vê ezê li dijî wî, li cem Serdozgeriya Giştî û Dadgeha Silêmaniyê giliyê Qûbat Telabanî bikim.”

     

    Bi heman mijarî:

    Heyeta Goran, Komele û Partiya Dad û Demokrasiyê li Bexdayê bi Malikî re hevdîtin pêk anî
    Goran, Komel û Hevpeymana Dadwerî: Berpirsên Iraqê soz dan me
    YNK: Çûna heyeta Goran, Komela û Berham Salih bo Bexdayê erênî ye
    Goran, Komel û Berhem Salih çûn Bexdayê
    Etîketan:
    Qubad Talabanî, Dadgeh, Goran, Kurdisan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de