02:37 28 Gulan 2018
Kurdistan

Zanîngeha Ezherê li Kurdistanê şaxa xwe vedike

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Zanîngeha Ezherê ku navenda wê li Kahireya paytextê Misrê ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2018an de dibe em şaxeke xwe li Kurdistanê vekin.

Berdevkê Zanîngeha Ezherê Ehmed Zariî di daxuyaniya xwe de ragihand ku zanîngeha dîrokî plan dike ku di sala 2018an de şaxeke xwe li Kurdistanê veke.

Ehmed Zariî di berdewamiya axaftina xwe ya rojnameya al Ahramê de de got: "Saziya Navneteweyî ya Zanîngeha Ezherê bi biryar e ku li hemberî baweriyên xirab tekoşînê bide û Îslama rast belav bike. Li hemberî DAIŞ û grûbên din tekfîrker em bi stratejî hereket dikin."

Zariî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Zanîngeha dîrokî ku Ehmed et Teyyibî serokatiya wê dike hewl dide li gelek welatan şaxên xwe veke. Di sala 2018an de li Kurdistan, Yemen, Nîjer, Afganistan, Nîjerya, Ukrayna û li Filipînê em ê 7 şaxan vekin. Niha li 15 welatan şaxên me di xizmetê de ne."

Zanîngeha Ezherê di sala 975an de ji aliyê Fatimiyan ve hat avakirin û di ilmê Îslamî de yek ji saziya herî girîng tê hesibandin.

Bi heman mijarî:

Alimên Kurdistanê bersiveke tund da Ezherê
Zanîngeha Ezherê daxuyaniyek ji bo referandûma Kurdistanê da
Şêxê ereb ê Zanîngeha El Ezherê:'Pêşmerge şehîd in'
Etîketan:
Zanîngeha Ezherê, Ehmed Zariî, Kurdistan, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de