10:11 23 Nîsan 2018
    Pêşmerge

    Eşîrên ereb ê Nînovayê daxwaza hatina hêzên Pêşmerge û Amerîkayê dikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Eşîrên ereb ê li deşta Nînovayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku li herêmê ji ber hebûna Heşda Şeibî aramî û ewlehî tineye, divê hêzên Pêşmerge û yên Amerîkayê li herêmê aktîf bin.

    Nûnerên eşîrên ereb ê Nînovayê di axaftina xwe ya ajansa almanî de gotin: "Li herêma me ji ber milîsên Heşda Şeibî aramî û ewlehî tineye. Bila hêzên Pêşmerge û yên amerîkî herêma me biparêzin."

    Berdevkê eşîrên ereb ê Nînovayê Muzahim Hivit di axaftina xwe ya ajansa almanî de got: "Heşda Şeibî ji aliyê Îranê ve tê birêvebirin. Em dixwazin hêzên Pêşmerge û yên amerîkî li herêmên bi nîqaş werin bicihkirin. Tenê Pêşmerge û hêzên amerîkî dikarin ewlehiya erebên herêmê saz bikin. Li herêmên ku di bin kontrola milîsên Heşda Şeibî de ye ti aramî tineye."

    Yek ji şêxê eşîrên ereb ê Nînovayê Gazî Ezîz jî dibêje: "Ti rastiya ku wê eşîrên ereb êrişî hêzên li Nînovayê bikin tineye. Bi taybetî jî hêzên Amerîkayê. Ji bo em wek eşîrên ereb dixwazin hêzên amerîkî li herêmê aktîf be. Daxwaza aramî û ewlehiya herêmê ye. Em li herêmê ji hebûna milîsên ku Îran piştgiriya wan dike aciz in. Milîs li hemberî erebên sunî û kêmnetewan tevlî êrişên nîjadî û mezhebî dibin."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarên DAIŞê tevlî milyon dolaran ji Nînovayê baz dan
    Fermandarê DAIŞê yê Nînovayê hat kuştin
    Erebên Kerkûkê kurd tehdîd kirin: Di nava 3 rojan de herêmê terk bikin
    Sîrwe Ebdulwehîd: Ebadî naxwaze li pêş erebên Iraqê bi Mesûd Barzanî re bicive
    Eşîrên Erebên Sunî piştgirî dan Kurdistanê û sizayên Iraqê red kirin
    Erebên Mûsilê: Em ê ji bo referanduma serxwebûnê herin dengdanê
    'Tirkiye erebên sûrî ji bo operasyona Raqayê amade dike'
    Etîketan:
    Nûnerên eşîrên ereb ê Nînovayê, Gazî Ezîz, Muzahim Hivit, Nînova, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de