08:29 23 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî

    Ebadî ji bo çi biryara şandina mûçeyên karmendên Kurdistanê da?

    © REUTERS / Ludovic Marin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor endamê Goranê yê Parlamnetoyê Iraqê Mesûd Heyder, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber zext û fişarên IMFê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dişîne.

    Bafil Talebanî û Ebadî
    © Foto : Rûpela Fermî ya Serokwezîrê Iraqê
    Parlementerê Goranê Mesûd Heyder di axaftina ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber zext û fişara IMFê mûçeyên karmendên Wezaretên Perwerde û Tendirustî yên Herêma Kurdistanê dê bişîne.

    Heyder di berdewamiya axaftina xwe de got: "IMF ku deyn dide Iraqê, gotiye divê hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwendina zarokan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustiyê bigre stûyê xwe. Bi taybetî ji aliyê xwendin û perwerdehiyê ve kêmasiyên Iraqê gelek in. Lewma zext û fişar kiriye ser Ebadî ku divê mûçeyên wan du wezaretan bide."

    Hêjayî gotinê ye ku hefteya derbasbûyî heyeta hikûmeta Herêma Kurdistanê lîsteya mûçeyên karmendan radestî Bexdayê kir. Rêvebira Plandanîn a Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê Dr. Viyan Caf ragihand ku lîsteyên karmendên Wezareta Tendirustî û Wezareta Perwerdehiyê radestî lijneyê kirine ku ew lijne ji bo hûrbîniya lîsteyan li Bexdayê hatiye pêkanîn.

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Bila serkeftin bi yekkirina Pêşmerge û Heşda Şeibî bê parastin
    Encama civîna Bafil Talebanî û Heyder Ebadî hat eşkerekirin
    Şanda Bexdayê ya 3 partiyên kurd: Ebadî soz da me
    Ebadî û Bafil li Bexdayê civiyan
    Ebadî: Hikûmet dê bi zelalî adilane muçeyên Kurdistanê dabîn bike
    Etîketan:
    Parlementerê Goranê, Serokwezîrê Iraqê, Mesûd Heyderî, Heyder Ebadî, Kurdistan, Irak
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de