23:49 21 Sibat 2018
Zindî
    Helepçe

    Iraqê parêzgehbûna Helebceyê qebûl kir, lê budçe li ser Kurdistanê hesab kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Iraqê di madeya 51ê ya projeyasaya bûdceya sala 2018an de, Helebçeya ku 13ê Adara 2014an ji aliyê Herêma Kurdistanê ve parêzgehbûna wê hatiye pesend kirin qebûl kir, lê budçeya wê jî li ser Herêma Kurdistanê hesab kir.

    Bûdçeya sala 2018an a Iraqê ji ber nakokîyên tê de û kêmkirina budçeya Herêma Kurdistanê hîn li parlamentoyê nehatiye ber dengdanê.

    Ji aliyekî erebên sunî daxwaza guhertina hin madeyên budçeyê dikin, li aliyekî jî kurd li dijî gelek xalên budçeya sala 2018an derdikevin ku hem hatiye kêmkirin hem jî statuya Herêma Kurdistanê dixe ber nîqaşan.

    LI GOR BUDÇEYA IRAQÊ DIVÊ BUDÇEYA HELEBCEYÊ HERÊMA KURDISTANÊ BIDE

    Li gor daxuyaniyên parlamentarên kurd li Iraqê, di madeya 51 a projeyasaya bûdceyê de Helebçe wek parêzgeh hatiye nasîn û li ser budçeya bo Helebçeyê jî wiha tê gotin:

    "Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji para Herêma Kurdistanê li gor rêjeya niştecihan, pabend e bi dabînkirina bûdçeyê ji bo parêzgeha Helebçeyê."

    Lê belê li aliyê din jî li dijî destûra Iraqê di projeyasaya budçeya sala 2018an de Herêma Kurdistanê nayê binavkirin ku wek ‘Parêzgehên Herêma Kurdistanê' pênase pê tê kirin û ev jî ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ve tê redkirin.

    Bi heman mijarî:

    Washington Post: Trump rojê 5 xeletiyan dike
    YNK: Şandeya kurdî nûnerîtiya hikûmetê nake
    Erdogan: Em nahêlin PYD/YPG xwe bigihîne Behra Spî
    Piştî sê salan rêya sereke ya di navbeyna Dihok û Mûsilê hat vekirin
    Selahattin Demirtaş çima naxwaze hevseroktiyê bidomîne?
    Ebadî: Bila serkeftin bi yekkirina Pêşmerge û Heşda Şeibî bê parastin
    ENKS: Em hîn jî xalên peymana xwe û TEV-DEMê diparêzin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de