11:12 23 Hezîran 2018
Avahiya YNKê

YNK: Şandeya kurdî nûnerîtiya hikûmetê nake

© AP Photo / Emad Matti
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementera YNKê li Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêrê îro îniyê ragihand ku şandeya kurdistanî ya serdana Bexdayê kiribû nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake.

Li gorî medyaya YNKê, Şêx Dilêrê gotiye "şandeya kurdistanî ya li Bexdayê temsîla Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake" û destnîşan kir ku ew şande nûnerîtiya dijberiyê li Hikûmeta Kurdistanê dike.

Di berdewamiya axiftina xwe de, Şêx Dilêrê got ku ev şande ji bo gihandina daxwazên gelê kurd serdana Bexdayê dike û diyar kir ku şandeya ji Hevpeymana Niştimanî, Komeleya Îslamî û Tevgera Goranê pêk tê bi her sê serokkomarî, serwezîrîtî û serokatiya parlementoyê re jî civiyaye."

Herwiha parlementera kurd diyar kir ku hikûmeta herêmê çend caran daxwaz kiriye ku hikûmeta navendî re bicive lê hikûmeta federal bersiv nedaye û got ku şandeya kurdistanî jî xwest li gel komên kurdî yên parlementoya Iraqê bicivin û teqez kir ku ew jî di nav de, piraniya parlementerên kurd bi wan re neciviyane.

Bi heman mijarî:

Hikûmet û parlamentoya Kurdistanê ji bo dîroka hilbijartinê dicive
Yekgirtûya Îslamî şertên xwe pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kir
Îsal ji bo hec û umreyê ji Herêma Kurdistanê kes neçûye Erebistana Siûdî
Yekgirtûya Îslamî 24 xal pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kirin
Talebanî 4 burokratên Kurdistanê ji kar dûr xistin
Li Bexdayê krîza ‘Kurdistanê'
Etîketan:
Komeleya Îslamî, Hevpeymana Niştimanî, YNK, Rêzan Şêx Dilêr, Kurdistan, Iraq, Bexda
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de