03:27 24 Sibat 2018
Zindî
    Neteweyên Yekbûyî NY

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ji Barzanî re name şand

    © AFP 2018/ DON EMMERT
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand û ragihand ku, "Divê Hewlêr û Bexda pirsgirêkên xwe bi şêweyekî aştiyane, bi riya danûstandinên siyasî û li ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê çareser bikin."

    Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman
    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Li gor daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Antonio Guterres di nameyê de kêfxweşiya xwe nîşan daye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal di gelek boneyên aşkere de amadebûna xwe ya ji bo danûstandinan nîşan dane.

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di nameya xwe de tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û dibêje: "Herdu aliyan handidim, ku ji bo avakirina zemîneke guncayî ya danûstandinan gavan bavêjin, da ku bikarin danûstandinên rasteqîn encam bidin."

    Antonio Guterres herwiha di nameyê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku "ji bo pêşveçûna aştiya niştimanî, li herêmê bihêzkirina aramiya zêdetir û rûbirûbûna wê gefa ku hêj rêxistina DAIŞê dixwe, divê aramiya ku pêk hatiye, were parastin."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî balyozê Tirkiyeyê li Hewlêrê qebûl kir: Enqere dikare rolê bilîze
    Mesûd Barzanî bi munasebeta sersalê peyameke weşand
    Serokwezîrê Îtalyayê ji Barzanî re nameyek şand
    Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hewldanên girîng hene
    Barzanî serdana Îngîltereyê dike
    Etîketan:
    name, Nêçîrvan Barzanî, Antonio Guterres
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de