03:16 24 Sibat 2018
Zindî
    Nûrî Malikî

    Heyeta Goran, Komele û Partiya Dad û Demokrasiyê li Bexdayê bi Malikî re hevdîtin pêk anî

    © AP Photo/ Khalid Mohammed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeteke hevpar ku ji Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û Partiya Dad û Demokrasiyê ku Berham Salih serokatiyê wê duhî li Bexdayê bi Serokwezîr Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî bû.

    Heman heyet îro li Bexdayê bi Cigîrê Serokomarê Iraqê Nûrî Malikî re hevdîtinek pêk anî. Yek ji endamên heyete Ehmed Hacî Reşîd di axaftina xwe de got: "Hevdîtina heyetê bi Malikî re erênî derbas bû. Malikî jî got ‘divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog were destpêkirin û nabe têkiliyên herdu aliyan werin qutkirin.' Li gor daxuyaniya Malikî heta demek nêzîk wê qada hewayî ya Kurdistanê were vekirin."

    Ehmed Hacî Reşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya Destûra Bingehîn de em ê bûdçe û mafên Herêma Kurdistanê bi rêvebirên Iraqê re biaxivin. Heyet ne li ser navê Kurdistanê hevdîtinan pêk tîne."

    Di heyetê de li ser navê Goranê Şoreş Hacî û Raûf Osman, Xanim Heme Rehîm û Hesen Cihad li ser navê Partiya Dad û Demokrasiyê û li ser navê Komeleya Îslamî jî Muhammed Hekîm û Ehmed Hecî Reşîd cih digrin.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Çûna heyeta Goran, Komela û Berham Salih bo Bexdayê erênî ye
    Goran, Komel û Berhem Salih çûn Bexdayê
    Qeymeqam li Roboskî çûna ser goran qedexe kir
    Seroka Fraksîyona Goran: Aqubeta birayê min Şaswar Ebdulwahîd nediyar e
    Heyeta Kurdistanê vegeriya Hewlêrê û dê li şûna wezîrên Goran û Komelê yên nû tayîn bike
    Etîketan:
    Partiya Dad û Demokrasiyê, Komele, Goran, Ehmed Hecî Reşîd, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de