11:02 20 Hezîran 2018
Huseyîn Yezdanpena - PAKa Îranê

Yezdanpena: Fars, ereb û azerî hatin ser rêya gelê kurd

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 20

Huseyin Yezdanpena yê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê ragihand ku: "Niha gelên fars, azerî û ereb hatin ser rêya gelê kurd ji bo ku li dijî rejîma Tehranê rawestin."

Huseyin Yezdanpena yê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê di hevdîtineke digel Ajansa Spûtnîk Kurdistan re rewşa niha ku li Îranê didome weha nirxand.
Yezdanpena diyar kir ku li Îranê serhildana xelkê destpêkiriye û weha axivî: "Birastî niha li Îranê serhildana xelkê destpêkiriye li dijî bê dadweriyê û rewşa aborî ya xerab, bêkarî, hejarî û birçîbunê ku ji bo dema nêzîkî çil salane li Îranê didome. Ev sedemên vê serhildanê ne. Lê di bilez daxwazî û diruşmên wê veguherîn diruşmên siyasî û radîkalî.

‘EV SERHİLDANEKE GEL E'

Yezdanpena bersiva tu çima dibêjî serhildan weha da: "Yekem sedeme ewe ku, ji xwepêşandanan mezintire. Ji ber ku tenê di nav bajarekê de nîne, li piraniya parêzgehê Îranê xwepêşandanan destpêkiriye. Ya duyem, xelk weha xwepêşandan ku êdî bese ji vê rejîmê, ew bêzar bune û westiya ne. Ew guhertinê dixwazin, di sala 2009an de jî li Îranê xwepêşandanan destpêkiribûn, lê tenê di nav Tehranê de bûn. Ji ber ku ew xwepêşandan li dijî encamdana sextekariyê di encamên hilbijartinê de bûn, tenê faris beşdar bibûn û ji xwepêşandanên niha cuda bûn. Dixwazin rejîmê biguherînin û diruşma mirin yan mirin ji bo Xameneyî dixwaz in. Herwiha di xwenîşanan de ronî heye ligel çirandina wêneyê wî û karbidestên rejîmê.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan a Îranê Huseyîn Yezdanpena
© Sputnik / Osman Başqalî
Serokê Partiya Azadiya Kurdistan a Îranê Huseyîn Yezdanpena

LI ÎRANÊ KURDAN BERÎ GELÊN DIN REJÎM NASKIRINE'

Yezdanpena derbarê xwepêşandanên de li Rojhilatê Kurdistanê jî weha axivî: "Heta niha li bajarên Xuremabad, Kirmanşan, Îlam, Sine, Merîwan û Banê xwepêşandanan destpêkiriye. Xaleke din heye ku ez dixwazim behs bikim: Gelê kurd li Rojhilata Kurdistanê ew şanazî heye ku her ji destpêka referandûma Komara Îslamî ya Îranê de dengê xwe bi belê nedabû. Ew referandûm heram kir û di dema nêzîkî çil salên derbasbûyî de Kurdên Rojhilatê bi dehan cara serhildan kirine. Ji bilî destpêkirina şerê partîzanî li dijî terorîzma dewleta Îranê, niha xuyabû ku gelên Îranê, faris, Azerî û Ereb gehiştin wê baweriyê ku bên ser wê rêya ku berî niha gelê kurd li dijî rejîma Tehranê girtibû. Ji ber ku gelê kurd pir zû ev rejîm naskiriye ku ev rejîm hem li Îranê hem jî Rojhilata Navîn de li dijî mafê gelan, kurdan, azadî, demokrasî û aramiyê ye.

‘EM WEKÎ PARTIYÊN SIYASÎ PIŞTEVANIYA XWEPÊŞANDANÊN LI KURDISTANÊ DIKÎN Û EM BEŞDAR ÎN'

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê li ser rola partiyên kurd yên di xwepêşandanan de kir û weha got: "Di rastî de ev serhildan, serhildaneke xwedî rîske û xelkê bi kêfa xwe destpêkiriye. Her bixwe birêvedibin û berdewamiya wê dikin. Lê partiyên siyasî yên kurd jî, ji wî xelkî nehatîne qutkirin. Ji ber ku gumana wan ji wî xelkî tune ye û kadro û Pêşmergeyên wan, kur û keçên wî xelkî ne. Malbatên wan niha digel xwepêşandane ne û peywendiya wan berdewame û pişta xelkî jî bi wan germe. Em wekî partiyên siyasî piştevaniya xwepêşandanên li Kurdistanê dikîn û em beşdar în. Wekî Partiya Azadiya Kurdistanê em ji partiyên din dixwazin ku plan û bernameyek baş bi hevre hebe ji bo ku bêtir em bikarîn piştgîriya xelkê Kurdistanê bikîn û beşdarî xwepêşandanan bibîn.

‘ROLA TU WELAT Û PARTIYÊN SIYASÎ DI XWEPÊŞANDANAN DE NÎNE'

Yezdanpena li ser pirseke gelo rola welatên derve di van xwepêşandanan de heye weha bersivand: "Naxêr hîç welatekî cîhanê beşdarî tê de nekiriye û destê wan tê de nine.

Endamên PAKê yên Îranê
© Sputnik / Osman Başqalî
Endamên PAKê yên Îranê

Herwiha hîç partiyeke siyasî jî rol tê de nine. Van xwepêşandanan bi awayekî xwezayî destpêkirine û gelên Îranê bi hemû cudahiyên xwe ve li dijî rejîma Tehranê serîhildanê.

 

‘HEKE CIVAKA NAVDEWLETÎ PIŞTGIRIYÊ BIDE DÊ SERHILDAN BISERKEVE'

Huseyîn Yezdanpena diyar kir ku pêşbînikirina van xwepêşandanan hinekî zehmete û weha axivî: "Lê bi nerîna min eger civaka navdewletî piştevaniya gelên bindest yên Îranê bike, serhildana gelên Îranê wê berdewam be. Lê eger her wekî berê berjewendiyên aborî, bazirganî, civakî û navdewletî, welatên mezin bêdeng bike, her wekî çawa berî niha bêdeng bûn, wê demê supayê pasdaran û wezareta Îtilata rejîmê wê bi rêya hêzên xwe serhildana gelên Îranê wekî her xwepêşandaneke din ya berê têk bibe û xelkê li meydanan bikujin û tefr û teniha bikin.

Bi heman mijarî:

Yezdanpena: Hêza DAIŞê, bi qasî hêza du dewletan e
Yezdanpena: Tenê kurd dikarin Îranê rawestînin
Yezdanpena: ‘Nêzî 100 kurdên ji Îranê di nava DAIŞê de hene'
Yezdanpena: Îran dixwaze kontrola Kerkûk û Mûsilê bi dest bixe
Etîketan:
xwepêşandan, Îran, Kurd, Huseyîn Yezdanpena, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de