18:12 25 Hezîran 2018
YNK û Goran

YNK: Çûna heyeta Goran, Komela û Berham Salih bo Bexdayê erênî ye

© Foto : www.pukpb.org
Kurdistan
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 0 0

Parlamenterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê berê li Silêmaniyê Serdar Reşîd Muhammed çûna heyeta Goran, Komela û Berhem Salih a Bexdayê bo ajansa Spûtnîkê şîrove kir.

Kerkûk
© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Parlamenterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) yê berê li Silêmaniyê Serdar Reşîd Muhammed çûna heyeta Goran, Komela û Berhem Salih a Bexdayê bo ajansa Spûtnîkê şîrove kir. Li gor Muhammed serdana heyete bo Bexdayê erênî ye, lê divê bi kordîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bihata kirin.

‘DIVÊ SERDAN NE JI BO BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ Û PARTÎ BIN'

Parlamenterê berê û endamê YNKê Serdar Reşîd Muhammed di axaftina xwe de got: "Eger ev serdan di çarçoveya destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê be li gor min karekî başe. Lê ev heqîqet jî heye ku hikûmeta Kurdistanê raste rast bi hikûmeta navendî ya Iraqê re danûstandinan bike wê ji çûna vê heye baştir be. Ez hemû hewlên ji bo asankirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê karekî baş dibînim. Lê bi şertê ku bi merc be û ne ji bo berjewendiyên partî û şexsî be."

‘DIVÊ HEMÛ SERKIRDE Û KESAYETÊN KURD LI HEMBERÎ VÊ ZILMÊ DERKEVIN'

Serdar Reşîd Mihemed ji di berdewamiya axaftina xwe de ji bo bûyerên dawî yên li Kerkûk, Xurmatû, Daquq û dewrûberê wê de got: "Bi rastî waqiayên dawî yên li herêma Kerkûkê pir xirab û derveyê însaniyetê ye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge li ser vê pirsgirêkê rawestin. Ya rastî divê hemû serkirde û partiyên kurdistanî li ser vê meseleyê rawestin. Îro hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hêzekî rasteqîn e, li meydanê ye û dikare bersivê bide. Ji bo ku li wê herêmê zilm û zordariyên pir mezin li xelkên sivîl û hemwelatiyên kurd tê kirin."

YNK: TIŞTÊ KU LI KERKÛK, XURMATÛ Û LI HERÊMÊ TÊ KIRIN JENOSÎD E

Mihemed di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek hemwelatiyekî kurd daxwaza min ev e ku divê hewleke cidî ji bo van bûyerên li dewrûberê Kerkûkê were kirin, di serî Neteweyên Yekbûyî divê hemû sazî û dezgehên navendên siyasî û mirovî yên navneteweyî werin agahdarkirin. Divê bi eşkere em bikaribin bêjin ku li hemberî xelkê kurd jenosîd tê kirin. Zêdetirî hezar salî ye ku kurd li vê herêmê dijîn û tiştê ku niha li hemberî hemwelatiyên kurd tê kirin tenê mirov dikare bi peyva jenosîdê bi nav bike. Heqe hemû dewlet û hikûmetên mirovdost li ser vê meseleye werin ziman û van kiryaran qebûl nekin."

Bi heman mijarî:

Goran, Komel û Berhem Salih çûn Bexdayê
Qeymeqam li Roboskî çûna ser goran qedexe kir
Seroka Fraksîyona Goran: Aqubeta birayê min Şaswar Ebdulwahîd nediyar e
Heyeta Kurdistanê vegeriya Hewlêrê û dê li şûna wezîrên Goran û Komelê yên nû tayîn bike
Ji Goran û Komela Îslamî daxuyaniya piştgiriya xwepêşanderan
Goran û Komeleyê xwe ji hikûmeta Kurdistanê vekişandin
Baregehên PDK, YNK, Goran û Yekgirtûyê hatin şewitandin
Etîketan:
Komela, Goran, YNK, Serdar Reşîd Mihemed, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de