00:00 23 Sibat 2018
Zindî
    Bafil Talebanî û Ebadî

    Encama civîna Bafil Talebanî û Heyder Ebadî hat eşkerekirin

    © Foto: Rûpela Fermî ya Serokwezîrê Iraqê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Duhî şandekê di bin serokayetiya Bafil Talebanî de serdana Bexdayê, paytexta Iraqê kiribû û bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiyabû. Bafil Talebanî li ser encama civînê peyamek parve kir.

    Bafil Talebanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de got, "Em di hevdîtina xwe ya ligel birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê de dosyeya emnî û siyasî ya Iraqê û Kurdistanê û daxwaza mekanîzmayên kar yên ji bo jiholêrakirina astengiyên li ber destpêkirina guftûgoyên herêmê û Bexdayê û encamdana çareserkirina kêşeyan hatin guftûgokirin. Herwisa çareserkirina kêşeyên navçeya Dûzxumartû û mûçeyên fermanberan û xebitandina balafirxaneyên herêmê jî hatin guftûgokirin."

    Bi heman mijarî:

    Şandeke kurdan bi nûnerê rêberê şiî yê Iraqê re civiya
    Tirkiyeyê ser êrişên çekdarî yên li Kerkûkê bang li Iraqê kir
    Artêşa Iraqê dest bi operasyona leşkerî kir
    Wê li Hewlêrê roja bêhnvedana avabûna artêşa Iraqê bê protestokirin
    Serokê Parlamentoya Iraqê xwest biryarên li dijî Kurdistanê werin betalkirin
    Etîketan:
    encam, Serokwezîrê Iraqê, Bafil Talebanî, Heyder Ebadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de