18:07 22 Sibat 2018
Zindî
    Kerkûk

    Artêşa Iraqê dest bi operasyona leşkerî kir

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Iraqê li navçeyên Hewîce û derdora ku dikeve başûrê Kerkûkê operasyona leşkerî da destpêkirin.

    Fermandarê operasyonên Kerkûkê yê artêşa Iraqê Elî Umran di axaftina xwe de got: "Artêşê li herêma Hewîce û derdorê wê ku dikeve başûrê Kerkûkê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi operasyoneke berfireh kir."

    Li gor daxuyaniya fermandar Elî Umran, operasyon herêmeke berfireh dide ber xwe û ji Hewîce hetanî Dûzxurmatû û Çiyayê Hemrîn tê lidarxistin. Tê gotin hetanî DAIŞ ji herêmê were paqijkirin dê operasyon berdewam be.

    Umran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor amareyên berdest hejmara milîtanên DAIŞê ku li herêmê mane derdora 500 kesî ye. Ev milîtan di demên dawî de li herêmê êrişên çekdarî û bombeyî li dar xistin û di encamê de gelek welatî hêzên ewlehî hatin kuştin."

    Bi heman mijarî:

    Wê li Hewlêrê roja bêhnvedana avabûna artêşa Iraqê bê protestokirin
    'Li Kerkûkê, kurdek bû fermandarê lîwayeke Artêşa Iraqê'
    Li Xurmatûyê şer di navbera Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de derket
    Asayîşa Kurdistanê hişyarî da: Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadekariya êrîşê dikin
    Ji artêşa Iraqê daxuyaniya HSDê ya avakirina navenda kordînasyona hevpar
    Gelo Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadehiya êrişa Pêşmerge dike?
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê li Kerkûkê dest bi operasyonê kir, Elî Umran, Kerkûk, Iraq, kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de