16:21 20 Sibat 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Douglas Silliman

    Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê kir

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê peşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê.

    Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê peşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û heyeta pê re kir.

    Di civîna Barzanî û Silliman de herdu aliyan dupat kir ku piştî aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê aramî dirust bûye, divê ew aramî zêdetir were pêşxistin û bêparastin heta ku ji bona destpêkirina danûstandinên cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de atmosfereke baş çêbibe û hemû pirsgirêk li ser bingeha destûra Îraqê çareser bibe.

    Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û heyeta diplomasi ya balyozê Amerîkayê jî amade bûn. Herwiha di civînê de behsa gavên ku ji bo çareseriyê hatine avêtin, komîteya ku wê serdana Bexdayê bike, rewşa aborî ya Kurdistanê, helwesta Iraqê ya dayîna meaşên karmendan û pêşveçûnên siyasî û leşkerî yên herêmê hatin nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî balyozê Tirkiyeyê li Hewlêrê qebûl kir: Enqere dikare rolê bilîze
    Mesûd Barzanî bi munasebeta sersalê peyameke weşand
    Serokwezîrê Îtalyayê ji Barzanî re nameyek şand
    Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hewldanên girîng hene
    Barzanî serdana Îngîltereyê dike
    'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'
    Etîketan:
    Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Douglas Silliman, Nêçîrvan Barzanî, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de