11:09 23 Hezîran 2018
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

Macron ji bo Bexda û Hewlêrê bangewazî kir û got: Pêwîst e Heşda Şeibî çek deyne

© AFP 2018 / ERIC PIERMONT
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di gotara taybet ya sala nû de, ragihand ku Fransa di rola xwe ya navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê de, wê berdewam be.

Macron daxwaza dabînkirina aştî, aramî û pêkvejiyana pêkhateyên cuda yên li Iraqê kir û got, divê rewşa siyasî bi temamî vegere wek berê.

MACRON JI BEXDA Û HEWLÊRÊ DÎYALOGA CIDÎ XWEST

Serokê Fransayê da xuyakirin ku pêwîst e milîşeyên girêdayî artêşa Iraqê (Heşda Şeibî) çekan deynin û ji bo destpêkirina danûstandina Hewlêr û Bexdayê jî got, ‘Divê hilbijartin di dema xwe de pêk werin û diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bike.'

 

Bi heman mijarî:

Çekên ‘layîqê şah û şahbanûyan’ ji nû ve derketin bazarê
Hilbijartinên qonaxa sêyem ên Rojava hatin paşxistin
Zaxarova ji dersînorkirina rojnamevanan re bertek nîşan da
Li Kabîlê êrîşa xwekujî: Bi kêmî 20 kes mirin
Li Afrîkayê qezaya trênê: 12 mirî û bi sedan kes birîndar bûn
Etîketan:
Iraq, Kurdistan, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de