16:41 19 Sibat 2018
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Hewlêr: Ebadî ne rast dibêje

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya Ebadî ku roja sêşemê piştî Lijneya Wezîran di axaftina xwe ya civîna çapemenî de behsa dayîna meaşê karmendên Kurdistanê û dahatuyên petrolê kiribû derewand.

    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: "Di vê dema ku ji bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê guvaşên navneteweyî û navxweyî têne kirin û hêdî hêdî ber bi encam wergirtinê diçe de daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bêwext bû. Ebadî ne rast dibêje."

    ‘MEAŞÊ KU DIVÊ BEXDAYÊ BIDA ME DA'

    Sefîn Dîzeyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji sala 2014an ve piştî ku rêvebiriya Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê biriye heta niha Herêma Kurdistanê meaşê karmendên xwe bi dahatên navxweyî û yên petrolê daye. Ebadî şaş agahiyan dide û ev daxuyaniyên şaş xizmetê ji çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê re nake."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlamentoya Iraqê xwest biryarên li dijî Kurdistanê werin betalkirin
    Fuad Mehsûm ji Ebadî xwest ku navê Kurdistanê rast binivîsin
    Olên Kurdistanê: Behaiyitî
    Hat xwestin ku hilbijartinên Kurdistanê di meha Nîsanê de werin lidarxistin
    Ebadî: Hikûmeta Kurdistanê dikare muçeyên 80%ê karmendan bide
    Etîketan:
    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de