02:31 20 Nîsan 2018
    Teqîn

    Hikûmeta Kurdistanê bersiva rapora UNAMIyê da

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê rapora Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê (UNAMI) ku li ser rewşa Xurmatûyê amade kiribû bi erênî pêşwazî kir û got, “Diviyabû hurgilîyên zêdetir di rapora UNAMIyê de hebûna.”

    Nivîsgeha Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, tevî ku %56ê niştecihên navçeya Xurmatûyê kurd in, kêmîneyên tirkmen û erebên şîe hewl didin demografiya navçeyê bi rêya hêzê biguherînin û vê yekê jî bi rêgirtina vegera awareyên kurd pêk tînin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, divê li ser bûyerên Xurmatûyê lêkolînên bi hurgilî werin kirin û hejmarên zirar û awareyan bi awayekî rast werin belavkirin.

    'JI BO LEKEDARKIRINA KURDAN NÛÇEYÊN NERAST BELAV DIKIN'

    Nivîsgeha girêdayî Hikûmeta Kurdistanê li ser hejmara welatiyên ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê ji Kerkûk, Xaneqîn, Zumar, Rebîe û Xurmatûyê koçî Herêma Kurdistanê bûne jî ragihand, hejmara wan 168 hezar û 721 kes in.

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo lekedarkirina nav û dengê kurdan, serkirdeyên milîsên şîe nûçeyên nerast û ne yasayî belav dikin.

    Bi heman mijarî:

    Fransayê helwesta xwe ya bo xwepêşandanên Îranê eşkere kir
    DAIŞê leşkerekî Amerîkayê kuşt, 4 leşker jî birîndar bûn
    'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
    Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hat kuştin
    Dadgeha Îranê: Xwepêşandar li dijî Xwedê derdikevin, dê bên darvekirin
    Muftî pereyê dijîtal Bitcoin qedexe kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de