03:13 23 Nîsan 2018
    Avahiya Eniya Tirkmen a Kerkûkê

    Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hat kuştin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 50

    Hat ragihandin ku berpirsekî Eniya Tirkmenî bi navê Elaedîn Salih îşev li Kerkûkê hatiye kuştin.

    Berpirsê taxa Eskerî yê bajarê Kerkûkê yê ji Enîya Turkmenî Elaedîn Salih, îşev (2.01.2018) li dor demjimêr 7ê êvarê li taxa Eskerî hat kuştin.

    Hat diyarkirin ku Salih rastî êrîşa hin çekdarên nenas hatiye û di encama êrîşa çekdarî de can daye.

    SALIH BERÎ NIHA GEF LI MALÊN KURDAN XWARIBÛ

    Li gor raportên medyayî ew berpirsê Tirkmenî berî niha çend caran gef li malên kurdan xwaribû û xwestibû kurd terka bajarê Kerkûkê bidin.

    'ARMANCA KUŞTINÊ BÊDENGKIRINA ENIYA TIRKMENÎ YE'

    Cîgirê Serokê Eniya Tirkmenî Hesen Turan li lraqê, beyanamek li ser kuştina Elaedîn Salih derxist û tê de da xuyakirin ku armanca kuştina Elaedîn Salih li taxa Eskerî bêdengkirin û bêhêzkirina Eniya Tirkmenî ye ku ew berevaniya tirkmenan li Kerkûkê dike.

     

    Bi heman mijarî:

    'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
    Dadgeha Îranê: Xwepêşandar li dijî Xwedê derdikevin, dê bên darvekirin
    Muftî pereyê dijîtal Bitcoin qedexe kir
    Xwepêşandanên li Îranê wê bibin sedema guhertina desthilatdariyê?
    'Zelamên serxweş jinan wek laşekî ji bo seksê dibînin'
    Etîketan:
    Eniya Tirkmenî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de