17:39 22 Nîsan 2018
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: Niha ditirsin ku Kurdistana mezin ava bibe

    AFP / MUSTAFA ÖZER (2009)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 70

    Murat Karayilan li ser aloziya li Rojhilata Navîn ragihand ku pirsgirêkên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yê parvekirineke bê adilane heye, ji hêlekê ve însan birçî, perîşan in ji hêla din ve jî însan di kêf û zewqê de ne. Herwiha Karayilan li ser xirakirina goristana endamên PKKê jî diyar kir ku ev tiştekî bêexlekiye.

    Endamê Komîteya Rêveber ê KCKê Murat Karayilan li ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî kurdan, goristana ayidê PKKyiyan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatiye xerakirin û cenazeyên wan ji bo Saziya Tibê ya Edliyeya Stenbolê hatin şandin, şerê di navbera PKKê û dewleta Tirkiyeyê û pirsgirekên li Rojava û Rojhilta Navîn ji radyoya Dengê Welat re nirxandin.

    Karayilan destnîşna kir ku, "Li herêma Rojhilata Navîn de pirsgirêkên bingehîn hene. Pirsgirêkên azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê û yê parvekirineke bi adîl heye. Ji hêlekê ve însan birçî, perîşan û muhacir in û xwîn diherike. Ji hêla din ve jî însan di kêf û zewqê de jiyan dikin. Yanî bi rastî rewşa herêmê rewşekê wisa ye ku ji bo mirovatiyê pir cidî ye. Lê ji bo ku xelkê herêmê ji vê rewşê derkeve, divê ku ev şert û mercê îro heyî bike bingehê têkoşîna îradebûnê, têkoşîna azadî û wekheviyê. Di vê derheqê de hewldanên cidî hene."

    ‘NIHA DITIRSIN KU KURDISTANA MEZIN AVA DIBE'

    Karayilan got: "Niha pirsgirêkên herêmê yên herî bingehîn yek jê jî pirsgirêka Kurdistan e. Dema pêvajoya şer li herêmê bi rê ket, dagirkeriya li ser Kurdistanê ketin tirs û xofê. Serpêşiya van jî Tirkiye dikşîne. Ew ditirsin ku xelkê Kurdistanê jî ji vê serdemê îstîfade bike, bigihîje mafê xwe, bigîhê statuyê û xwe azad bike. Ji ber ku gelê kurd bi rastî di vî şerî de derketin pêş. Îro serpêşiya şerê li dijî DAIŞê de kurd dikşînin. Paytexta DAIŞê Reqayê, kurdan xist. DAIŞ, li hemberî tevahiya mirovatiyê xeteriyek mezin e. Şerê li dijî DAIŞê ne tenê şerê herêmê ye, şerê mirovatiyê ye. Yanî ev rol û mîsyona civaka kurd pêş xist. Rol û mîsyona Têkoşîna Azadiya Kurdistan pêş xist. Îro dewletên di cîhanê de yên herî serekî ku ji wan re dibêjin "super", dixwazin bi hêzên kurd re hevbeşiyê bikin. Beriya vê tiştekê wisa tinebû, kesek li kurdan nedinêrî. Yanî têkiliyên kurdan bi dewletan re tinebûn, lê bi îstîxbaratên dewletan re hebû, ango bi awayê fermî tine bû. Lê niha di Rojava de pêşveçûnê çêbû ye. Di astekê de hem bi têkiliyan, hem jî hemû cîhan bala xwe li ser e. Niha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, "YPG-PYD em qebûl nakin, di lîsteya terorê de ye" lê hemû cîhan wan di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de weke hêzên sereke dibînin û her kes dixwaze pê re hevkariyê bike. Yanî tirs û xofa Erdogan li ser Kurdistanê ji vê bû û ji bo wê niha pir ditirsin. Yanî ditirsin ku, Kurdistana mezin ava bibe."

    ‘ŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA TÊ MEŞANDIN, 90 JI SEDÎ ŞERÊ EZMANÎ YE'

    Dagirkeriya Tirkiyê di şerê li dijî gerîla de li ser erdê encam negirt. Feqet AKP'ê hemû derfetên madî xistin holê, şer ji ser erdê birin ezmanan û kirin şerê ezmanî. Niha şerê li dijî PKKê dimeşe ji sedî 90 şerê ezmanî ye, êdî li ser erdê zêde şer nake. Ev, bê gûman bi madiyatek pir mezin dimeşînin. Ji bo wê jî bala xwe bidinê, aboriya Tirkiyê niha paş de diçe. Ji ber ku aborî hemû di şer de tê xerckirin, ji ber ku dewlet dibêje, "ev şerê hebûn û tinebûnê ye." Yanî bi vî awayî xwestin biçin encamê. Ew, di sala 2017an de hinek wext dan, behsa meha Nîsanê kirin, behsa meha Mijdarê kirin. Ez naxwazim dîsa wan derewên wan bibêjim, lê ew pê bawer dikirin. Bi rastî wan dixwest ku wisa biçin encamê, gerîla tesfiye bikin, gel teslîm bigirin, Serokatî gav paş de biavêje, wisa wekî 12ê Îlonê çawa di dema xwe de bêdengiyek ava kir, hakîmiyetek çêkir, Erdogan û Bahçeli jî niha dixwestin wisa biçin encamê. Bi vî awayî xwestin encam bigirin.

    ‘TIRKIYE BI DESTÛRA RÛSYAYÊ ÇÛ EL BABÊ'

    Karayilan wiha pê de çû: "Lê parçeyên din jî hene, ji ber ku konsepta dijmin ne tenê Bakur bû. Mesela Erdogan dixwest ku, li Rojava, YPG û PYDê bixe lîsteya terorê, operasyona Reqayê tevî çeteyên pê re ew bi xwe bike. Wisa ji Amerîka û Hêzên Koalîsyona Navdewletî re pêşniyar kir û hemû giraniya xwe da û çû gelek hevdîtin kir, ji bo ew bi xwe biçe Reqayê rizgar bike. Di vê de çi bû? Bi binkeft. Hem binkeftinek dîplomatîk girt, hem jî binketineke leşkerî. Dewleta tirk siyaseta xwe ya li dijî Rojava bi temamî binkeftî ye. Di siyaseta xwe ya sûrî de bi temamî binketî ye. Bi alîkarî û bi îzna Rûsyayê çûn Babê, an jî çûye Îdlibê. Li ser vê dem bi dem Erdogan diaxive. Ev vala ye. Li wir sekna wan qet tişteke nanivîsîne. Wê niha di rojên pêş me de baş zelal bibe. Bi van dixwaze civakê bixapîne. Yanî bi hêza xwe neçû ye. Wisa Tirkiyê kiriye bazarê, li ser esasê wê bazarê îzîn dane ku biçe leşkerên xwe li wir cihekê dayne. Wisa ye, yanî ev ne çi serkeftin e, ew binkeftî ye."

    ‘DEWLETA TIRK XWEST LI BAŞÛR ŞEREKÎ NAVXWEYÎ DERXÎNE LÊ BISER NEKET'

    Karayilan destnîşan kirk u, "Li Başûr jî bi esasî negihîşte encamê. Rast e ji encama siyaseta Başûr a ku dem rast nexwend û şaş meşiya, hinek destketiyên gelê me ji dest çûn. Lê belê armanca dewleta tirk tenê ne ev bû, armancê dewleta tirk, şerekê navxweyî çêbike, destketiyên Başûr jî hemû têk bibe bû. Ev hîn beriya sala 2017an me, bi siyasetmedarên Başûr re par ve kir. Bi esasî me siyaseta wan rast xwend, lê hinekan guhê xwe hemberî van gotinên me girtin. Lê bes niha derket holê ku niyeta wan, deskeftiyên gelê kurd li hemû beşan ji holê rakin. Wan dixwest şerê navxweyî çêbikin, ew jî ji encamê wî şerî werin di hemû derê Başûr de bi cih bibin, wisa federasyon bibin çîrok û tiştekê wisa li holê nemîne. Niha belkî hinek mewzî hatin windakirin, feqet kêm-zêde astekî diyar jî heye. Ka, ewqasa dixwest biçe Şengalê û filan derê, niha wana pêk hatin? Na. Yanî di Başûr de jî plana dewleta tirk encam negirtiye û binketî ye."

    ‘ÊRIŞA LI SER GORISTANAN BÊ EXLEQIYE Û DI DÎROKÊ DE TIŞTEK NEDÎTIYE'

    Birêveberê KCKê diyar kir ku di vê derheqê de lazime gelê me jî êdî di nav xwe de rêxistinbûnê pêş bixe, êdî bizanibe ku sala pêş me, sala 2018an wek demekê nû ye, serdemek nû ye.

    Karayilan li ser êrişa Goristana Garzanê yên ayidê PKKyiyan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatibû xerakirin û cenazeyên wan ji bo Saziya Tibê ya Edliyeya Stenbolê hatine şandin jî got: "Êrîşa dijmin a li ser Goristana Şehîdan êdî di dijminatiyê de tişta herî dawiyê ye. Niha dibe tu şer bikî û dijmin hebin. Lê di şer de jî hiqûqek heye, exlaqek heye. Di hûndirê dîrokê de di hemû şerên pêkhatî de maf hatiye hiştin ku, her kes xwedî li miriyê xwe derkeve. Heta ji bo vê şer sekinandine, navber dane ku ji bo her kes miriyê xwe rake, veşêre. Miriyek jî heqekî wê heye. Lê bi rastî ev faşîzma DAIŞê û faşîzma AKPê vê exlaqa û vê hiqûqa pê re tine ye. Yanî miriyan jî dike hedef. Ew ji şehîdên me jî ditirse, ji goristanên me yên şehîdan jî ditirse û goristanan şehîdan dike hedef. Ev li her Kurdekê/î heqaret e, li her kesên ku dibêjin "ez mirov im" heqaret e."

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Divê Rûsya rê nede dewleta Tirk
    Karayilan: Divê mirov pişta xwe neda dijminê bav û kalên xwe
    Ji Karayilan daxuyaniya pêvajoya aştiyê
    Murat Karayilan derbarê êrîşa Amedê de axifî
    Karayilan: Ger em nebûna Tirkiye wê têketa Kerkûkê
    Etîketan:
    kurd, PKK, Radyoya Dengê Welat, Murat Karayilan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de