10:10 23 Nîsan 2018
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî

    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexdayê da

    © Foto : cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bersiva şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Ihsan Şammarî da û got: "Herêm amade ye li ser xalên sînorî û balafirxaneyan bike."

    Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di axaftina xwe ya malpera "El-Xed Press" a Iraqî de got: "Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve ligel çareserkirina pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê bûye. Bêgûman pirsên teknîkî pêwîstiya wan bi diyaloga zêdetir heye. Rênûma û yasa tekezî li ser birêvebirin û serperiştîkirina hevbeş a xalên sînorî dikin, herêm jî amade ye danûstandin li ser pirsên xalên sînorî û firokxaneyan bike."

    Sefîn Dîzeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ti gotineke radestkirinê di yasa û rênûmayan de derbarê xalên sînorî û balafirxaneyan de derbas nabe, belkî ewê heye behsa rêvebirin û serperiştîkirina hevbeş dike. Heta niha ti danûstandinek derbarê wan pirsan de nehatiye kirin. Me hest bi daxwaza guftûgoyê jî ji Bexda û ji daxuyaniyên serokwezîr kirin, hêvîdar in pirsgirêk çareser bibin."

    Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Ihsan Şammarî li ser hisabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku Bexdayê biryareke nû li hemberî Herêma Kurdistanê daye û 7 xal jê belav kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Li ser malpera Ajansa Sputnik Kurdistan wêneyên Rihayê
    ‘Niha firsende Kurdistan were perçekirin'
    Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Etîketan:
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dîzeyî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de