03:13 23 Nîsan 2018
    Deriyê sînor ê Kurdistanê

    Îranê deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê vekir

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hikûmeta Îranê biryara vekirina deriyên sînor ê Herêma Kurdistanê da. Deriyê Perwêzxan duh bi şev ji hatinçûnê re vebû, lê hê deriyê Hacî Omran venebûye.

    Ji aliyê din ve li gor daxuyaniya Berpirsê Komalgeha Gumrika Hacî Omran Mesûd Batêlî, heta niha deriyê navdewletî yê Hacî Omranê venebûye û Îranê derbarê vê yekê de ti tiştek ji me re negotiye.

    Wek tê zanîn 14ê Cotmeha 2017an wek karvedaneke li hemberî encamdana referandûma serxwebûnê Herêma Kurdistanê, Îranê hersê deriyê Başmax, Hacî Omran û Perwêzxanê ji hatinçûnê re girtibûn. Piştî 10 rojan Deriyê Başmax hate vekirin lê herdu deriyên din heta duh bi şev jî girtî bûn.

    Deriyên sînorê yên Herêma Kurdistanê ligel Îranê Perwêzxan, Başmax û Hacî Omran fermî ne û deriyên Kêlê, Seyranben û Tawêle jî nîv fermî ne.

    Bi heman mijarî:

    Deriyê sînor piştî 5 salan dîsa vebû
    Şêwirmendê Barzanî radestkirina deriyê sînor derewand
    Herêma Kurdistanê: Îddiaya dewrkirina deriyê sînor red kir.
    Wezîr Tufenkçi: Ji bo deriyê sînor di nevbara me û Iraqê de hevahengî pêkhat
    Supayê Pasdaran û Haşdî Şabî ji deriyê sînor ê Hecî Omeran vekişiyan
    ‘Îran: Daxwaz were kirin em ê deriyê sînor vekin'
    Etîketan:
    Îranê deriyê sînor ê Başmaxê vekir, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de