05:13 21 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Ji Bexdayê daxuyaniya teslîmkirina deriyên sînor û balafirxaneyên Kurdistanê

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî îdîayên Bexdayê, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku deriyên sînor û balafirxaneyan teslîmî hikûmeta navendî ya Iraqê bike.

    Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî Ihsan El Şammarî di hisabê xwe yê medya civakî de peyamek weşand û got: "Ji bo dawîananî krîza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku Destûra Bingehîn wek hakem were qebûlkirin û teslîmkirina deriyên sînor ê Îran û Tirkiyeyê û balafirxaneyan biryara komîteyeke bilind ku were avakirin hat dayîn."

    Ihsan El Şammarî di berdewamiya peyama xwe de got: "Komîteya girêdayî hikûmeta navendî planeke xebatê amade kir û li benda komîteya teknîkî ya Herêma Kurdistanê ye."

    El Şammarî di dirêjiya peyama xwe de got: "Li Herêma Kurdistanê ji bo tespîtkirina navê karmendên tendirustî û perwerdeyê komîteya duyemîn jî hat avakirin. Biryar hatiye dayîn ku meaşê karmendên Wezareta Kanayên Avî jî were dayîn. Referandûm li paşerojê ma û karmendên girêdayî hikûmeta navendî yên li Kurdistanê ji bo civînê dê werin Bexdayê."

    Bi heman mijarî:

    Jerusalem Post armanca Tehran û Bexda ya li hemberî Kurdistanê nivîsand
    Aştîya di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de pêkan e
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Etîketan:
    Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê, Ihsan El Şammari, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de