17:25 20 Nîsan 2018
    Hewlêr

    Îsal li Hewlêrê ahengên sersala nû nayên lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îsal li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê aheng û pîrozbahiyên sersala nû nayên lidarxistin.

    Di salên berê de di şeva ser sala nû de li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê û piraniya bajarên din ên li herêmê ahengên ser sala nû dihatin lidarxistin û beriya çend rojan ji destpêkirina ser salê hemû kûçe û kolanên nav bajêr dihatin xemilandin û di şeva sersala nû de jî ahengên cemawerî dihatin gêrandi û bi avêtina gule û fîşekên hewayî esmanê bajar dineqişandin.

    Ji bo îsal nivîsengeha ragihandina parêzgeha Hewlêrê ji Sputnik Kurdistanê re daxuyand, "Îsal hîç ahengek li ser asta resmî li bajarê Hewlêr û hemû bajarên Herêma Kurdistanê bi helkefta sersala nû nayên gerandin. Eger çalakiyek jî bi vê helkeftê hebe wê li ser asta cemawerî be û hikumet beşdar nabe."

    Herwisa ji bo sedema lidarnexstina ahenga sersala nû jî hebûna kêşeya aborî ya li Herêma Kurdistanê nîşan da û got, "Ji ber kêşeya aborî ti ahengên sersala nû nayên lidarxistin."

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya reforman qebûl kir
    Penaberên mûsilî dîsa vedigerin Kurdistanê
    PKKê ji bo Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeş kir
    Hikûmeta Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Tirkmenan re civiya
    Li Bexdayê krîza ‘Kurdistanê'
    Talebanî 4 burokratên Kurdistanê ji kar dûr xistin
    Etîketan:
    ahengên sersalê, Nivîsengeha Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, Sputnik Kurdistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de