17:26 20 Nîsan 2018
    PKK-Qendil

    PKKê nûçeya mirina 3 endamên xwe yên li Kerkûkê derewand

    © AP Photo /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    PKKê li ser nûçeya ku digot, "Termên sê gerîlayên PKKê li nav avrijîna Encumena Serkirdetiya PDKê ya li Kerkûkê hatiye dîtin" daxuyaniyek belav kir û ew nûçe derewanda.

    Fermandariya PKKê ya Mexmûrê îro daxuyaniyek belav kir û got, "Beriya çend rojan ji aliyê hin ragihandinên Başûrê Kurdistanê ve û li ser medyaya civakî nûçeyek hatiye belavkirin û di wê nûçeyê de bi awayekî bêbingeh propagandaya wê yekê hatiye kirin ku termên sê gerîlayan li Kerkûkê hatine dîtin. Em ji raya giştî re radigihînin ku ew nûçe ji rastiyê dûr e û bi mebesta derxistina aloziyan hatiye belavkirin."

    Fermandariya PKKê di berdewamiya daxuyaniyê de got, "Haya me ji van ragihandinan heye û careke din em ji gelê xwe daxwaz dikin ku bi van nûçeyan bawer nekin."

    Bi heman mijarî:

    PKKê ji bo Herêma Kurdistanê pêşniyarek pêşkeş kir
    Li Edenê di serdegirtina malan de bi bahaneya PKKê 13 kes hatin binçavkirin
    Girtiyên PKKê û PJAKê: Em ê wan kincan biçirînin û bavêjin
    'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'
    PKKê êrişî qereqola leşkerî kir: 2 kuştî leşkerek jî birîndar bû
    Etîketan:
    derewandin, nûçe, endam, PKK, Mexmûr, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de