15:32 21 Gulan 2018
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Hewlêr şandeyeke tenduristiyê dişîne Bexdayê

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Xalis Qadir ragihand ku ji bo serdana Bexdayê wan şandeke temsîlkar diyar kiriye û dê lîsteyên meaş ku hatine amadekirin bişînin Bexdayê.

    Li gor nûçeya K24ê Xalis Qadir diyar kiriye ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wan xwestiye ku amadekariyan bikin û wan jî nûner diyar kirine ji bo civînên rojên dahatuyê destpê bikin.

    Qadir destnîşan kir ku wan lîsteya kesên ku meaş distînin amade kirine û dê van lîsteyan bi nûnerên xwe re bişînin Bexdayê weha berdewam kir: "Wekî Wezareta Tendurustiyê ya Herêmê Kurdistanê ji 52 hezaran zêdetir xebatkarên me hene."

    Qadir aşkere kir ku dê kite kitên civînên li Bexdayê di nava çend rojan de diyar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Macron û Trump li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li hev kirin
    ‘Başbûna têkiliyên Hewlêr û Enqereyê di berjewendiya YEyê de ye'
    Serokkomarê Iraqê: Hewlêr amade ye diyalogê bike
    'Ne Hewlêr ne jî Bexda dixwaze diyalogeke cidî bikin'
    Mîrê Qeterê El Sanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir
    YE: Ji bo çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê em amade ne
    Etîketan:
    civîn, tendurustî, şande, K24, Xalis Qadir, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de