03:07 23 Nîsan 2018
    Petrol

    Bexdayê 5 rêvebirên kurd ji kar avêtin û li şûna wan ereb tayîn kirin

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta navendî ya Iraqê 5 rêvebirên kurd ji şirketa Bakur a petrolê ji kar derxistin û li şûna wan kesên ereb tayîn kirin.

    Berpirsê PDKê ye Kerkûkê Dr. Mihemed Xurşîd ragehand ku bi polîtîkayeke berfireh hikûmeta Bexdayê li Kerkûkê bernameyeke erebkirinê dane destpêkirin, erebên Hewîce û yên derdorê tînin li Kerkûkê bi cih dikin.

    Mihemed Xurşîd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di çarçoveya projeya erebkirina Kerkûkê de 5 rêvebirên kurd ji şîrketa Bakur a petrole hatin derxistin û ereb di cîha wan de hatin bicîh kirin. Hemû jî di asta midûr û rêvebir de bûn. Qeymeqamê Daquq, rêvebirê polîsê Daquq, qeymeqamê navenda Kerkûkê, qeymeqamê Xurmatû, rêvebirê nahya Sergeran ku hemû kurd bûn, hemû ji kar hatine dûrxistin û ereb li şûna wan tayîn kirin."

    Li gorî daxuyaniya berpirsê PDKê yê Kerkûke, heta niha du caran hêzên iraqî û Heşda Şeibî çûne ser gundê Xalobazyanî ji bo gundê xwe vala bikin. Li gundê Pelkane kurd ji malên wan derxistine û û ereb li şûna wan bicih kirine."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Hikûmeta Navendî ya Iraqê, PDK, Mihemed Xurşîd, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de