17:09 25 Nîsan 2018
    Gora komî

    Li Şingalê goreke komî ku 80 jinên êzdî tede bûn hat dîtin

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî ku rêxistina terorîst a DAIŞê di sala 2014an de êrişî Şingalê kir bi hezaran êzdî ji neçarî koçber kiribûn.

    Parlamenterê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Hacî Kundur di axaftina xwe de ragihand ku li nêzîkî Şingalê goreke komî ku 80 jinên êzdî têde bûn hat dîtin.

    Parlamenterê êzdî yê Parlamentoya Iraqê Hacî Kundur di axaftina xwe ya ajansa Al Ghad Pressê de got: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Şingalê gelek jinên êzdî revandin, piştî ku jinên extiyar û kêmendam ji jinên ciwan veqetandin yên din hemû kuştin."

    Hacî Kundur di berdewamiya axaftina xwe de got: "Terorîstên DAIŞî ji 80 jinên êzdî yên extiyar û kêmendam qismek bi saxî û hinek jî bi çekan kuştine. DAIŞê cesedê jinên êzdî li hawizê ku ji bo masiyan dihat bikaranîn veşartine. Tîmên lêgerîn ê sivîl ku bi me re dixebitîn ev cesed dîtin."

    Bi heman mijarî:

    Li bexçeyê nexweşxaneyê gora komî
    Rûsya: "Li Helebê gora komî hat dîtin"
    RTyê dîmênên gora komî ya bajarokê Sulukê ku ji DAIŞê hat paqijkirin par ve kir
    ŞENGAL- Gora komî ya 6emîn: 110 kurdên êzidî
    Etîketan:
    Li Şingalê goreke komî hat dîtin, Hacî Kundur, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de