15:45 21 Gulan 2018
    YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre

    YNK: Herêm dikele, dê şerekî mezin derkeve

    © Foto : Malpera fermî ya YNKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Berpirsê polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Facebookê ragihand ku herêm dikele û dê şerekî mezin li Rojhilata Navîn derkeve.

    Mela Bextiyar di peyama xwe ya medya civakî de got: "Piştî 7 salan Rojhilata Navîn hê jî di şerê navxwî de ye, dewlet hemû ji hev dûr ketine, hêzên mezin li dijî hev in û hêzên siyasî, xwedî cîhanbîniya serdemî nînin. Gelên herêmê xebata wan a çînî, niştimanî û siyasî têkel yek e."

    Berpirsê YNKeyî di berdewamiya peyama xwe de got: ‘"Rewş wiha biçe, şerê navxwî yê Sûriyê, Yemen û Lîbya, nakokiyên di navbera stratejiya Îran û Rojava û dewletên sunî, pirsgirêkên nav Iraq, Iraq û Kurdistan, pirsgirêkên Tirkiye û Sûriyê û bicîhneanîna mafên demokratîk ên bakûrê Kurdistanê û çaresernekirina pirsgirêkên navxwî yên Tirkiyê hwd. Dibe ev hemû şerekî mezin li gel xwe bîne."

    Bextiyar di dawiya peyama xwe de got: "Eger ev pirsgirêk neyên çareserkirin, dibin sedemên cuda bo şerekî mezin li navçeyê. Ev metirsiyek mezine bo gelên navçeyê û çînên bindest. Şer jî derkeve navçe, an jî Rojhilata Navîn dê wek piştî şerê cîhanê yê duyem li Ewropa lê bê. Wêranî, birsîtî û qurbanî."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: YNK ji ber xayînan felç bûye
    PDK, YNK û Yekgirtû ji bo diyarkirina namzedê nû yê parlamentoyê kom dibin
    PDK û YNK: Çareya herî baş hilbijartin e
    YNK: Arşîva 300 salan hat şewitandin, yên ji welatê xwe hez dikin vê nakin
    YNK: Em van çalekiyên nedemokratîk qebûl nakin
    Etîketan:
    Rewşa herêmê metirsîdar e, YNK, Mela Bextiyar, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de