21:24 24 Nîsan 2018
    DAIŞ

    Valahiya ewlehî bû firsend: DAIŞ kete tevgerê

    © Foto : AP Photo/ File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Piştî bûyerên 16ê Cotmehê yên li Kerkûk û navçeyên derdorê wê li herêmê valahiyeke ewlehî çêbû û rêxistina terorîst a DAIŞê niha vê valahiya ewlehî ji bo xwe bi kar tîne.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, bi sedema nemana hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê piştî bûyerên 16 Cotmeha derbasbûyî, valahiyeke ewlehî li wan navçeyan çêbûye û milîtanên DAIŞê li çend navçeyan dest bi tevgerê kirine.

    Li gorî axaftina endamê encûmena bajarê Selahadînê Mele Hesen, piştî 16 Cotmehê, valahiyeke ewlehî ya mezin li navçeyên Kurdistanî çêbû ku berê ewlehiya wan navçeyan, ji aliyê hêzên Pêşmerge û asayişa Herêma Kurdistanê ve dihat parastin. Hêzên Kurdistanê bê cudahî parastina hemû pêkhateyên wan navçeyan dikirin û nedihiştin ew navçe bikevin destê DAIŞê de. Lê mixabin niha valahiyeke ewlehî li wan navçeyan heye".

    Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Careke din milîtanên DAIŞê ku li Hewîce belav bûne, li navçeyên asê yên Hemrîn û di navbera Diyala û Selahedîn û çend navçeyên din xwe amade dikin û tevgera wan zêde bûye."

    Bi heman mijarî:

    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, DAIŞ, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de