15:42 22 Nîsan 2018
    Penaber - Koçber - Iraq - Mûsil

    Penaberên mûsilî dîsa vedigerin Kurdistanê

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê penaberên ku li kampên Herêma Kurdistan diman vegeriyabûn, lê malbat ji ber nebûna ewlehî û dÎsa vedigerin kampên Kurdistanê.

    Li gorî çavkaniyên herêmî duhî 8 malbatên vegeriyan kampên Kurdistanê. Li gorî daxuyaniyên penaberan, ewlehî û asayiş tineye û hikûmeta navendî ya Iraqê alîkariya wan nake û bi zanebûn bajarê Mûsilê piştguh dike.

    Yek ji penaberan dibêje: "Ez mehek geriyam, lê min karek nedît, lewma bi neçarî cardin vegeriyam kampê, jiyana kampê ji jiyana me ya li cih û warê me yê li Mûsilê baştir e. Hikûmeta Iraqê ti alîkarî nade me."

    Wek tê zanîn di destpêka şerê rêxistina terorîst a DAIŞê zêdetirî milyonek mûsilî penaber bibûn û ji wan bi sedhezaran penaber jî xwe spartibûn Herêma Kurdistanê.

    Li gorî daxuyaniya rêvebirê kampa Behreke ji 1ê Berfanbarê ve zêdetirî 80 malbatên nû hatine kampê û ji wan penaberan 8 malbat di meha Mijdarê de ji Herêma Kurdistanê vegeriyane cih û warên xwe, lê cardin hatine kampê. Malbatên ku cardin vegeriyan kampê, beriya niha penaberî cihên din bibûn, yan jî li Hewlêr û derdora wê bûn, lê ji ber rewşa xirab a aboriyê, berê xwe dane kampê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pewistiya 36 hezar zarokên penaber bi alîkariya lezgîn heye
    Penaberên Iraqî: Bila êdî şer derneyên, em naxwazin bibin penaber
    Qaçaxvanan penaber avêtin deryayê: 51 mirî
    Saakaşvîlî: Wê nikaribin welatîbûnê ji min bistînin û ez ê nebim penaber
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Serokwezîrê berê bang li gelê Sûrîyê kir: Nebin penaber, li dijî DAIŞê şer bikin
    Etîketan:
    Penaberên mûsilî vedigerin Kurdistanê, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de